Zêdebûna CO2 wê ewrên nizm ji holê rake, germa global zêde bike

Li gorî lêkolîneke li DYE'yê, eger rêjeya karbondîoksîta tê belavkirin zêde bibe, wê 'ewrên nizm' ji holê rabin û ev yek jî bibe sedem ku germahiya global zêde bibe.

Lêkolîn ji aliyê Jet Propulsion Laboratary a ser bi Daîreya Feza û Hewakariyê ya Emerîkayê (NASA) ve hate amadekirin û encamên wê li kovara Nature Geoscience hatin weşandin.

Di lêkolînê de işaret bi ewrên bi navê 'Stratocumulus' hate kirin ku 500 metre heta 3 kîlometreyî ji erdê bilind e û navê 'Ewrên nizm' jî lê tê kirin. Di lêkolînê de rola van ewran a li pêşiya tîrêjên rojê hate bibîrxistin û hişyarî hate dayin, eger rêjeya belavkirina karbondîoksîtê (CO2) ya li dinyayê zêde bibe, ev ewrên nizm wê ji holê rabin.

Li gorî lêkolînê, eger rêjeya partîkulan a li ewr 1200 ppm be, wê ewr ji holê rabin. Rêjeya heyî ya partîkulên li ewran niha 400 ppm ye, eger bi sê qatî zêde bibe, wê ev karesat rû bide.

Di lêkolînê de hate destnîşankirin, eger zêdebûna CO2 neyê astengkirin, ev ewrên ku dinyayê ji tîrêjên rojê yên zerarê didin dinyayê diparêzin, wê ji holê rabin.

Li gorî hîndekarê Zanîngeha Melbourneyê Malte Meinshausen, ku lêkolîna saziya ser bi NASA'yê şîrove kir, anî ziman ku eger belavkirina karbondîoksîtê bi vî rengî bidome wê ewrên nizm di nava 100 salî de tine bibin. Lê li gorî pispora Fransayî Marie Breon, ev pêvajo dibe ku herî kêm 300 salî dewam bike.

Breon her wiha ragihand, bi saya razemenî û polîtîkayên ku belavkirina gaza serayê kêm dike, wê metirsiyên ku NASA'yê işaret pê kiriye, bên derengxistin.