Zanyaran rêya dîtina destpêkirina kozmosê dîtin

Li Îngîltereyê komek zanyaran metodeke çavdêriyê ya derbarê paşeroja kozmosê dîtin.

Nihêrtina li kûrahiyên kozmosê dike ku zanyar bi awayekî xurt paşerojê jî bibînin. Kozmosa ronahiyê ya ku ji galaksiyên dûr xwe digihîne dinyaya me, rewşa paşerojê ya gelekî dûr nîşan dide.

Li ber dîmena ku digihêje dinyaya me ewrekî mijê heye û ji xeynî ewrên hîdrojenê ji ber hinek sînyalên din zanyar nikarin wan sînyalên dûr tespît bikin.

Li Zanîngeha Cambrîdgeyê metodek dîtin ku ew ê karibin tişta ku lê digerin bibînin. Zanyar wê bi vê metodê dema ku stêrkên pêşîn tevlî nav ewrên hîdrojenê dibin wê çavdêriya vî tiştî bikin. Li gorî zanyaran wekî ku mirov li mijê binihêre û fêm bike dîmenekî çawa heye.

Li gorî zanyaran bi encamên pêşîn ên Ceribandina Radyoyê ya Analîza Hîdrojê ya Kozmîk û REACH’ê em ê karibin çavdêriyên baştir bikin.

Eloy de Lera Acedo yê li Laboratûvaraa Cavendîsh a Cambrîdgeyê got “Dema ku stêrkên pêşîn çêbûne kozmos vala bû û tê de hîdrojen û helyûm hebû. Ji ber erdkêşanê element li hev kom bûn û şertên ji bo fuzyona nukleer a k stêrkên pêşîn ava kiriye, guncav bûye. Lê li dora wan ewrên hîdrojenê hebû ku ronahî dimêt. Ji ber vê zehmet e mirov ronahiya li dû ewran tespît bike.”