Zanyaran li Efrîkaya Başûr fosîlê hominid ê zû dîtin

Tîmek ji lêkolînerên Navneteweyî û Efrîkaya Başûr, li şikefteke li Efrîkaya başûr fosîlê zarokekî serdema zû ya mirovî dît.

Tîmek ji lêkolînerên Navneteweyî û Efrîkaya Başûr, li şikefteke li Efrîkaya başûr fosîlê zarokekî serdema zû ya mirovî dît.

Zanyaran beşek ji kilox û diranên zarokekî Homo naledi dîtin ku tê texmînkirin beriya 250 hezar salî dijiya û nêzî çar an jî şeş salî bû mir.

Hate ragihandin ku bermahiyên hestiyan li cihekî dûrî şikeftê, li devereke ku tê texmînkirin ku gor e hatine dîtin.

Homo naledi cûreyekî mirovê arkaik e ku li Dergûşa Mirovahiyê, li Şikefta Stêrkên Berzbûyî hate dîtin ku bi 50 kîlometreyî li bakurrojavayê Johannesburgê ye. Dîroka Homo naledi di dema 335 hezar-236 hezar sal a dema Pleistosen a Navîn de bû.

Keşfa nû li kovara PaleoAntropolojiyê bi du gotaran hate vegotin.