Zanyaran 'fuzyona nukleerê' ya dîrokî keşif kirin

Di fuzyona nukleerê de keşfeke dîrokî hate kirin. Zanyarên Emerîkî ragihand ku di fuzyona nukleerê de 'pêngaveke zanistî ya mezin' avêtine.

Zanyarên Emerîkî rûdaneke welê kirin ku tenê li stêrkan û li nava rojê diqewime. Gavek ber bi enerjiyeke bêdawî û paqij avêtin. Yekemcar di fuzyona nukleerê de ji enerjiya ku reaksiyonê dide destpêkirin bêhtir enerjiyek hilberandin.

Fuzyona nukleerê li gorî çavkaniyên din ên nukleerê hîn bêhtir enerjiyê diafirîne û ji ber ku radyasyonê çênake, weke çavkaniya bêdawî ya enerjiya paqij tê dîtin. Bi rêya vê enerjiyê tê payin ku dawî li pirsgirêkên sotemeniya fosîlê ya li ser hawirdorê bê anîn.

Wezîra Enerjiyê ya DYE'yê Jennifer Granholm tevî zanyarên Laboratûwara Neteweyî ya Lawrence Livermore (LLNL) li Washingtonê li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Granholm anî ziman ku lêkolîneran yekemcar di reaksiyona fuzyonê de ji enerjiya ku reaksiyonê dide destpêkê bêhtir enerjî afirandine û ev yek jî weke "qezenca pak a enerjiyê" pênase kir.

Hate ragihandin ku li Laboratûwara Neteweyî ya Lawrence Livermoreyê, ji bo peydakirina enerjiyê ji fuzyona nukleerê kar tê kirin û di vê der barê de "pêngaveke mezin a dîrokî" hatiye avêtin.

Granholm bi bîr xist ku lêkolîner zêdeyî 60 sal in li ser vê yekê dixebitin û yekemcar li laboratûwarekê ev ceribandin tê bi serxistin, lewma yek ji serketinên herî girîng ên sedsala 21'ê ye.

Fuzyon ji wê yekê re tê gotin ku du dendikên atomê yên sivik li hev tê xistin, di encama yekbûna herdu dendikan de dendikeke atomê ya ji wan girantir tê afirandin û enerjiyeke mezin jê diafire. Fuzyona nukleerê jî ji wê enerjiyê re tê gotin.

Reaksiyonên fuzyona nukleerê her roj li fezayê diqewime. Çavkaniya enerjiyê ya stêrkan û rojê reaksiyonên fuzyona nukleerê ye.