Yekemcar wêneyê Çalereşê hate kişandin

Di dîroka zanistiyê de gaveke gelekî girîng hate avêtin. Yekemcar wêneyê Çalereşekê hate kişandin û parvekirin.

Ji Teoriya Îzafiyetê ya Albert Einstein û vir ve bala zanyaran bi taybetî li ser Çalereşan e. Heta niha wêneyekî Çalereşê nehatibû kişandin û tenê bi teoriyan dihate ispatkirin.

Lê belê bi daneyên ku ji Teleskopa Event Horizonê (EHT) hatin wergirtin, êdî ev teorî bi wêneyekî jî hatiye piştrastkirin.

Teleskopa EHT, sala 2012'an ji aliyê Weqfa Zanistiyê ya Neteweyî ya Emerîkayê ve ji bo çavdêriya Çalereşekê hate avakirin.

Dane û agahiyên ku ji EHT'ê hatin bidestxistin, bi civîneke çapemeniyê ji aliyê zanyaran ve ji dinyayê re hatin ragihandin.

Di civînê de hate gotin, yekemcar wêneyê Çalereşekê hatiye kişandin û ev wêne hate weşandin.

Çalereşa ku wêneyê wê hatiye kişandin li galaksiya bi navê Messier 87 e. Bi alîkariya 8 teleskopên li ser rûyê dinyayê, ev wêne hatiye kişandin.

Çalereş ji ber ku tarî ye û stêrk, gerstêrk her tiştên li dora xwe dadiqurtîne, heta niha zanyaran dikir nedikir nekarîbûn tespît bikin.

Lê Çalereşa li galaksiya M87, bi rêya tîrêjên materyalên ku dadiqurtîne wêneyê wê hate kişandin.

Çalereşa ku qala wê tê kirin, ji temamiya Sîstema Rojê mezintir e, bi 55 milyon salên bi leza ronahiyê dûrî dinyayê ye. Salek ji leza ronahiyê tê wateya 9.5 trilyon kîlometre.

Zanyarên ku tevlî projeyê bûn diyar kirin, wêneyê Çalereşê teoriya Albert Einstein a destpêka sedsala 20'an piştrast û xurt kiriye.

Berpirsyarê Nûjenî, Zanistî û Lêkolînê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Carlos Moedas li Brukselê li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Dîroka zanistiyê wê êdî bi şêweyê 'berî vî wêneyî û piştî vî wêneyî' bê binavkirin."