Ya ku yekemîn wêneyê Çalereşê kişand, zanyareke jin e

Wêneyê Çalereşê ku di dîroka mirovahiyê de yekemcar hate kişandin, li dinyayê deng veda. Li pişt kişandina vî wêneyî zanyareke jin heye.

Çalereşa ku bi 500 milyon trilyon kîlometreyî dûrî dinyayê ye, bi karekî hevpar ê komek ji teleskopên radyo yên li ser rûyê dinyayê wêneyê wê hatibû kişandin. Ya ku koda vî karî nivîsand û berî her kesî îdîa kir ku tiştekî bi vî rengî dikare bê kirin, zanyara DYE'yî Katie Bouman a 29 salî ye.

Koma ku Katie Bouman pêşengî jê re dikir, bernameyeke komputerê çêkir ku dinya tev mîna teleskopekê bi kar dianî.

Bouman berî 3 salan hîn dema xwendekareke zanîngehê bû, ev alogarîtma nivîsand. Ev alogarîtma jî bi daneyên ji 8 teleskopên li ser rûyê dinyayê hat, kir yek û ji bo van daneyan bike wêne, bi kar anî.

Bouman niha li Enstîtuya Teknolojiyê ya Kaliforniyayê li beşa komputer û zanistiyên matematîkê alîkariya profesor dike.

Çalereşa ku li galaksiya binavê M87 e, bi rêya tevneke hevpar a 8 teleskopên li ser rûyê dinyayê, wêneyê wê hate kişandin. Ji bo amadekirina teleskopê jî 60 sazî û zêdeyî 200 kesên ji 20 welatan hevkarî kirin.

Zanyarên tevlî projeyê bûn diyar kirin, daneyên ji Çalereşê hatin wergirtin, teoriya îzafiyetê ya Albert Einstein gelekî xurt kirine.