Wê droneyên mîna çûkan baskên xwe hene bên çêkirin

Zanyarên Emerîkî amadekariyan dikin ku hin droneyan çêbikin ku mîna çûkan baskê wan hebin û weke çûkan bifirin.

Di du gotaran de yên li kovarên Sîence û Sîence Robotîcs hatin weşandin, drone wê mîna çûkan karibin bifirin.

Ji profesorên Zanîngeha Stanfordê Davîd Lentînk ku nivîskarê gotaran e, diyar kir ku wan di lêkolînê de kadavrayên kevokan lêkolîn kirine. Lentînk got, ji bo baskên modela drone ya bi navê "PîgeonBot" 40 perîkên rastî bi kar anîne.

Li gorî gotaran, armanc ji vî karî ew e ku drone mîna çûkan xwedî bask bin û karibin tiliyên xwe yên lingan bi kar bînin.

Pispor dixwazin liv û tevgera baskên çûkan tevî droneyan her wiha di karên tip û feza-hewakariyê de bi kar bînin.