Telefonên mobîl agahiyên şexsî yên hesas bi dest dixin

Li gorî karê hevpar ê lêkolînerên Zanîngeha Bologna û Londona Ûnîversîty College, telefonên mobîl ji texmînan bêhtir agahiyên şexsî kom dikin û analîz dikin.

Telefonên mobîl roj bi roj bêhtir tên bikaranîn. Li gel sîstema GPS'ê her wiha eşkere dibe ku bi rêya lîstik û bernameyên li telefonan bên bicihkirin, agahiyên şexsî bi berfireh jî tên qeydkirin.

Lêkolînerên Îtalyayî û Brîtanî di çarçoveya lêkolînekê de bernameya 'TrackAdvisor' li telefonên mobîl ên 69 dilxwazan bi cih kir. Ev bernameya ku liv û tevgera mirovan dişopîne bi taybetî ji bo lêkolînê hate amadekirin.

Di encama vî karî de jî eşkere bû ku bernameya navborî li 2 hezar û 500 cihên cuda zêdeyî 200 hezar cihên lê mane tespît kir. Li gorî encamên lêkolînê, bernameyê herî kêm 5 hezar agahiyên cuda yên şexsî qeyd kir.

TENDURISTÎ, REWŞA ABORIYÊ HETA BI BAWERIYÊ

Agahiyên şexsî yên ku bernameya TrackAdvisor bi dest xist, gelekî zêde ne. Tenê 69 kes tevlî vê lêkolînê bûn, lê balkêş e ku 5 hezar agahiyên cuda ji wan wergirtiye. Beşdaran jî diyar kirin ku agahiyên bernameyê bi dest xistine bi giranî yên rast in.

Her wiha hate dîtin ku bernameyê, agahiyê şexsî bi berfirehî analîz kiriye. Di nava wan de rewşa tenduristiyê, rewşa civakî-aborî, etnîkî û baweriya olî jî di nav de hene.

AGAHIYÊN HESAS PÊŞKÊŞ DIKE

Lêkolînerê Îtalyayî Mateo Bennî diyar kir ku bi saya teknîkên hînbûna otomatîk, daneyên li telefonên mobîl agahiyên hesas pêşkêş dikin ên mîna navnîşana malê, meylên mirovan, daneyên demografîk û taybetmendiyên şexsî.

Beriya vê lêkolînê sala 2019'an jî bi beşdariya 10 dilxwazan lêkolînek hatibû kirin û encamên bi heman rengî bi dest ketibûn.