Tacîza ku di dema zarokatiyê de tê kirin, mejî diguherîne

Zanyaran tespît kirin, mirovên ku di dema zarokatiyê de bûne mexdûrê tacîzê, şêweyê mejiyê wan guheriye û hîn bêhtir dikevin depresyona giran.

Li gorî lêkolînekê ku li bajarê Munster ê Elmanyayê hate kirin, beşek ji depresyonên di emrê mezin de rû didin, pêwendiya xwe bi tacîz û travmaya di dema zarokatiyê de hatiye kirin, heye.

Ji Zanîngeha Munsterê Nils Opel tevî koma xwe, dîmenên mejiyê 110 nexweşên ji ber depresyona giran ên li nexweşxaneyê tên dermankirin, lêkolîn kirin. Lêkolîneran her wiha li ser travma û tacîza hestewarî, zayendî ya jî fîzîkî yên di dema zarokatiyê de li wan hatiye kirin, sohbet kir.

Di encama lêkolînê de hate tespîtkirin, beşa însuler korteks a mejiyê mirovên di dema zarokatiyê de bûne mexdûrê tacîzê, hîn biçûk e.

Beşa însuler korteks weke navenda hestên empatiyê tê dîtin.

Li gorî Opel, travmayên di dema zarokatiyê de rê li ber guhertinên bingehîn ên mejî vekirin û depresyona wan kesan jî gelekî giran e. Ji ber vê yekê, divê depresyona ji ber travmayên dema zarokatiyê rû daye bi rêbazên gelekî cuda bê tedawîkirin.

Opel û koma wî niha lêkolîn dikin ku ev guhertina bingehîn a di mejî de dikare bê çareserkirin an na.