Sondaya fezayê ya NASA'yê sefera xwe ya dîrokî kir

Sondaya fezayê ya NASA'yê New Horîzons (Asoyên Nû) di ser cismê ezmanî yê bi navê Ultîma Thul re çû, ku ev cism 6.4 kîlemetroyî dûrî Cîhanê ye.

New Horîzons sersalê nêzî wî cismî bû, ku ji wan cismên ku lêkolîn li ser wan hatî kirin ê herî dûrî cîhanê ye. Ev cismê ezmanî yê bi navê Ultîma Thule 6.4 milyar kîlometroyî dûrî cîhanê ye. NASA'yê bi sîmûlasyonekê çavdêrî lê kir ku sondaya fezayê nêzî cismê ezmanî yê dema çêbûne Pergala Rojê ye.

Di vê mesafeyê de dîmen wê kêlîkê nikarin bigihin. Ji bo ku sînyal ji cîhanê bigihin wî cihî nêzî 10 saet hewce ne. Ji bo vegerê jî pêdivî bi heman wextî heye. Dîmena berdest 1,9 milyon kîlometroyî dûrî cîhanê hatiye girtin. Tê dîtin ku dîmenê cismê 20-30 kîlometroyî fireh e şîlo ye. Tê payin ku sê rojên din hin wêneyên din werin.

Ji ber sedema ku li derdoreke wiha ya bi germahiya negatîf e, bawerî ew e ku cismê ezmanî yê bi navê Ultîma Thule xwe parastiye. Weaver got, ''Bi rastî jî yek ji bermaya destpêka Pergala Rojê ye''.

Ultîma Thule li Rêya Kuîperê ye. Ev der wiha tê zanîn ku qada wan gerestirêkokan e ku ji rêgeha gerestirêka Neptûnê û Plûtonê dûr dikevin. Ji ber sedema ku bermayên çêbûna gerestirêkan li ser wan hene astronom ji vê rêyê re ''embara'' Pergala rojê dibêjin.

Rêya Kuîper ku 1990'î hatibû keşifkirin 4.8 milyar kîlometre dûrî Rojê ye. Yek ji berpirsê New Horîzons Alan Stern got li ser rêya navborî bi milyaran cismên ezmanî yên mîna Ultîma Thule û stêrikên bidivûik hene. Stern got, ''Ji bo me kesên ku têkilî zanyariya gerestêrkan pir girîng e, ji ber ku ev qada Pergala Rojê ya ku ev çend dûrî rojê ye, şertên orjînal ên beriya bi 4,5 milyar salî diparêze. Dema ku Ultîma ji wir derbas dibe, em dikarin çavdêrî lê bikin bê ka tiştên destpêkê dişibin çi.''