Sermayeguzariya rekor ji bo taksiyên difirin

Texsiyên difirin ku pir caran di fîlmên xeyalî yên zanistî de têne dîtin, her ku diçe bala veberhêneran zêdetir dikişîne.

Di sala 2021’an de, neh mîlyar dolar ji bo teknolojiya teksiya difire re hate razandin. Li gorî pêşbîniyên kabîneya şêwirmendiya stratejîk a McKînsey, di nav 10 salan de, taksiyên difirin wê ji balafiran bêtir bifirin. Tê payîn ku taksî di navbera yek û şeş rêwiyan de hilgirin.

Şîrketa Boeîng 450 milyon dolar ji bo taksiyên difirin razandiye. Lêbelê, tenê Şîrketa Emerîkî Boeîng bi vê teknolojiyê re eleqedar nîne.

Gelek şîrketên naskirî, hilberîner an start-up li ser prototîpan dixebitin û di vî warî de firînên ceribandinê dikin. Teknolojiya taksiya difire sozê dide ku wê lezbûyîn, ewlehî, bêdengî û kêmkirina CO2’ê pêk bîne.

Tê hêvîkirin ku ev wesayîtên nû wê bibin alternatîfek ji trafîka li bajarên mezin ya her ku diçe zêdetir dibe.

Lêbelê, pispor difikirin ku ji bo pir kesan, veguhastina rojane wê ti carî ne wisa be. Îhtîmala herî baş ya tê kirin eve ku wesayîtên firînê ji hêla kesên xwedî derfet ve bên bikar anîn.

Ligel ku kapasîteyên daketin û rabûnê û kêmbûna hejmara rêwiyan pirsgirêkên li pêşiya geşepêdanê ne, rêkûpêkkirina trafîka hewayî, pirsgirêkên jîngehparêzî û jeopolîtîk û metirsiya êrişên sîber ên li dijî van wesayîtan jî ji wan astengiyan têne hesibandin.