Rûsya wê stasyona li ser Heyvê bi Çînê re çêbike

Rûsya û Çîn ku karên xwe yên li fezayê berfireh dikin, ragihandin ku ji bo li ser Heyvê stasyoneke karên zanistî ava bikin, wê hevkariyê bikin.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Fezayî ya Rûsyayê (Roscosmos), karê ji bo stasyona lêkolînê ya li ser Heyvê bê çêkirin, wê bi hevkariya Komara Gel a Çînê bê meşandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li şûna DYE yan jî Yekîtiya Ewropayê, projeya stasyonê wê bi ajansa fezayî ya Çînê (CNSA) re bi cih bê anîn.

Li gorî daxuyaniyê, stasyona lêkolînê ya li ser Heyvê bê çêkirin, wê navê "International Lunar Science Station" bê lêkirin. Balkêş e ku di daxuyaniyê de têkildarî Ajansa Fezayî û Hewakarî ya Emerîkayê (NASA) ti agahî nehatiye dayin. Di daxuyaniyê de her wiha qala Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) jî nayê kirin, ku ev yek nîşan dide tenê karekî navbera Çîn û Rûsyayê de ye.

Di serî de Stasyona Fezayî ya Navneteweyî, Rûsyayê heta niha bi Dewletênw Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û welatên Ewropayê re hevkarî kiriye.