Piştî DYE û Çînê Ewropa jî dixwaze xwe bigihîne Heyvê

Ajansa Fezayê ya Ewropayê û ArîaneGroûp dan xuyakirin, ew li ser wê yekê dixebitin bê karibin berî sala 2025'an biçin Heyvê yan na.

Serokê Rêveberiya ArîaneGroûp Andre-Hûbert Roûssel got, "Bi wê yekê qanih bûm ku ji bo paşeroja mirovahiyê pêwîstî bi fetihkirina fezayê heye." Rêwîtiya ber bi Heyvê ve wê ji bo Ewropayê bibe gaveke destpêkê.

Patronê ArîaneGroûp got, "Vegera li Heyvê pêkane."

Midûrê beşa keşfa însanî û robotîk a Ajansa Fezayê ya Ewropayê Davîd Parker got, "Ev kar wê di nava deh salên bê de Ewropayê li qada keşfê bike hevparekî mezin ê global."

Parker diyar kir, ji bo bikaranîna çavkaniyên fezayê, keşfa mayinde ya Heyvê diyarker e.

Patronê Ajansa Fezayê ya Ewropayê Jan Woerner sala 2015'an pêşniyar kiribû ku li şûna Stasyona Fezayê ya Navneteweyî ya li dora Dinyayê, li Heyvê gundekî mayinde bê çêkirin.

Li Heyvê bi taybetî çavkaniyên bazalt û helyûm 3 hene. Helyûm 3 li dinyayê kêm tê dîtin. Tê gotin, di teoriyê de ev çavkanî dikare li dinyayê ji bo hilberîna enerjiyê were bikaranîn.

Yê ku destpêkê mirov şand ser Heyvê DYE bû ku sala 1969'an şandibû. Sala 2019'an wê salvegera 50'î ya vê yekê were pîrozkirin.

Heta niha tenê sê welatan xwe gihandine ser Heyvê ku bi 384 hezar kîlometreyî dûrî dinyayê ye. Rûsya, DYE û Çînê heta niha xwe gihandine ser Heyvê.

Tevî DYE û Rûsya, Hîndîstan û Îsraîl jî di mijara fezayê de ketine nava pêşbirkê.