PAJK'ê fermandar Axîn û hevrêyên wê bi bîr anî

Koordînasyona PAJK'ê fermandara gerîla Axîn Mûş û hevrêyên wê bi bîr anî, ku 17'ê Îlonê li navçeya Licê ya Amedê şehîd bûn.

Koordînasyona PAJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Fermandara me ya hêja, rêvebera partiya me Axîn Mûş û hevrêyên me yên pê re şehîd ketin Agît Berxwedan, Rohat Pasûr û Demhat Setkar bi rêzdarî bi bîr tînin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji roja destpêkê ve ku sîstema kapîtalîst red kir û ji Ewropayê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, biryardariya xwe heta nefesa xwe ya dawî dewam kir. Weke şoreşgera qewîn a gelê Kurd ê qedîm ku nasnameya xwe tê înkarkirin, welatê qedexekirî Kurdistan û jinên bindest hemûyan, armancên xwe li ser şopa xwedawendan dewam kir. Ruh û hesreta azadiyê ya jinan li çiyayên Kurdistanê neqişand. Bi dilxwazî xwe li çiyê girt ku têkoşîna azadiyê ya jinê lê geş bûye, bi ruhê azadiyê yê jinan bû yek. Li dijî sîstema serwer a mêr û dagirkerên faşîst, bû hişmendiya têkoşînê ya jinan û biryardariya fedaî ya li ser xeta Rêber Apo. Hevrê Axîn hestên dilsozî û hezkirina kûr a li gel û hevrêyên xwe, timî kir hêmana meşa xwe ya şoreşgerî.

Endama Meclîsa PAJK'ê hevrê Axîn Mûş taybetmendiyên partîbûnê di kesayetiya xwe de bi rengekî bêhempa afirand, di rastiya Rêbertî de xwe jinûve ava kir û bû pêşeng û milîtaneke me ya bijarte. Hevrê Axîn nasnameya jinê ya sosyalîst a nû ye ku kesayet û zîhniyeta paradîgmaya Rêbertî di kesayetiya xwe de bi cih kir. Nîşan da ku bi têkoşînê mirov xwe dikare biafirîne û bi vî rengî bû çavkaniya sûdwergirtinê ji jinan û hevrêyên xwe hemûyan re. Hevrê Axîn ku xwedî felsefeyeke jiyanê ya mînak bû, gerîlayeke azadiyê bû ku di jiyan û şer de kesayetiya serkretinê temsîl dikir. Li qadên gerîla mohra xwe danî binê gelek serketinan. Li gel perwerdekirina bi sedan fedaiyên azadiyê, bi xwe jî li refên herî pêş ên têkoşînê cih girt, wezîfeyên pêşengiyê bi cih anî. Bi tecrûbeya xwe ya ji kedê, bi hişmendiya xwe ya îdeolojîk-polîtîk-leşkerî û bi sekna xwe ya dilnizm, helwesta radîkal û fikrê xwe yê zelal bû milîtana pêvajoyên herî zehmet û di şoreşa jinê de bi roleke bêhempa ya pêşengiyê rabû.

Weke rêveberiya partiyê, pêşengiya xeta azadiyê jinê bêkêmasî bi cih anî. Hevrê Axîn temsîliyeta herî şênber a nasnameya jin a azad kir û azadî bi jiyana xwe re kir yek. Hevrê Axîn sembola lêgerîna li 'Jiyaneke Çawa' û 'Jin a Azad kî ye?' ku ji bo her jinê jiyanî ye, cewher û armanca têkoşîna me ya jinê ye. Têkoşîna me ya jinê berhema keda bêhempa ya hevrê Axîn û bi hezaran fedaiyên bêhempa ne. Em ê dilsozê vê rastiyê bin û li ser xeta şehîdên xwe yên mezin şoreşa jinê bi ser bixînin. Rêya vê yekê jî têkbirina faşîzmê li Kurisdtanê ye, bidawîkirina dagirkeriyê ye, misogerkirina azadiyê ye."