NY: Ji çaran sisêyê mirovên ser 10 saliyê ne xwedî telefon in

Li gor Yekîtiya Ragihandinê ya Navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (ITU), ji çaran sisêyê mirovên ser deh saliyê xwedî telefonên mobîl in.

ITU ku rapora pêywendiyê ya kûreyî ya salane weşand, got: “Telefona mobîl, rêya herî berbelav a ketina înternetê ye û nîşaneya rêjeya hebûn, bikaranîn û xwegihandina înternetê ya mirovan e.“

Li gor raporê ji çaran sisêyê mirovên ser 10 saliyê ne xwedî telefon mobîl in, nêzê ji sisêyan yekê mirovan hêj ji vê tora navneteweyî bêpar in.

Li gor daneyên ITU’yê ji sedî 95’ê welatiyên welatên dewlemend xwedî telefonên mobîl in. Li welatên ne dewlemend jî rêjeya mirovên xwedî telefonên mobîl in ji sedî 49 e.

Li gor pêşbîniyan ji sedî 66’ê cîhanê înternetê bi kar tînin. Hema bibêje hemû mirovên nikarin bi rêya înternetê pêwendiyê daînin, li welatên xizan in. 

Di raporê de wiha jî hat gotin: “Xwegihandina înternetê zêde dibe lê li seranserê cîhanê ne bi wekhevî û heman lezgîniyê ye.“

Newekhevî hem di navbera dewlemend û xizanan de hem jî di navbera jin û mêran de heye. Li gor raporê, nêzîkê nivê serjimara cîhanê jin in, lê nêzîkê 259 milyon caran kêmê mêran dikarin xwe bigihînin înternetê.