Neandertal dibe ku hîn zûde tune bû bin

Têkildarî tunebûna mirovên Neandertal gelek teoriyên cuda hatin afirandin. Tê îdîakirin ku tunebûna wan ji texmînan kevntir e.

Tê gotin, lêkolînên beriya niha li ser dîroka tunebûna mirovên Neandertal hatiye kirin, encamên gelekî şaş bi dest xistine.

Li bajarê Namûr ê Belçîkayê ji sedsala 19'an ve hestî li Şikeftên Spy hatin dîtin, ku tê zanîn ev hestiyên mirovan ên cûreyê Neandertal in. Lêkolînên ku heta niha hatin kirin nîşan didan ku hestiyên li Şikeftên Spyê hatine dîtin, ên Neandertal in ku beriya niha bi 24 hezar salî li herêmê hebûn.

LÊKOLÎNA KU TEXMÎNAN PÛÇ DIKE

Lê belê lêkolîneke ku dema dawî hate kirin, texmînên li ser dema tunebûna Neandertalan pûç dike. Di lêkolînê de ku li kovara zanistiyê ya bi navê PNAS'ê hate weşandin, hestiyên li Şikeftên Spy'ê ji serdema 40 hezar û 600 sal heta 44 hezar û 200 sal beriya niha ne.

Di lêkolînê de ku zanyarên Belçîkayî, Elman û Brîtanya Mezin tevlî bûn, li gorî 'karbon 14' pîvandin hate kirin. Di encmaê de jî hate tespîtkirin ku hestî yên kîjan serdemê ne.

Ji lêkolîneran Thîbaût Devîese anî ziman ku tunebûna Neandertalan li Bakurê Ewropayê, ji texmînên heta niha hatine kirin cudatir, hîn zûde pêk hatiye.

Di heman lêkolînê de hestiyên li herêmên cuda yên Belçîkayê hatin dîtin, hatin lêkolîn. Hestiyên mirovan ên li wan herêman jî ji texmînan bêhtir, ji serdemeke hîn zûdeyî ne.