Navendên daneyan gefê li hawirdorê dixwin

Aktîvîteyên aboriyê yên li cîhanê, bi taybetî di pêvajoya şewba dawî de bi giranî derbasî ser înternetê bûn, kir ku navendenek mezin a daneyan çêbibe. Pispor bi fikar in ku ev rewş bandoreke giran li hawirdorê bike.

Ji 18 mehan û vir ve ku vîrûsa koronayê bandor li tevahiya cîhanê kiriye, bi milyaran mirovî karên xwe li ser înternetê bi rêya civînan kirin, kirîn û firotin li ser malperên înternetê kirin û dikin. Îro gelek mirov li ser înternetê li televîzyonê, fîlm û rêzefîlman temaşe dikin.

Ev mezinbûna li cîhana dîjîtal bêguman li cîhana fîzîkî dibe barek. Bi taybetî karê avakirina navendên daneyan dema dawî zêde bûne ku navendên bi vî rengî xizmetê ji malperên înternetê re dikin.

Herî zêde li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Hindistan, Çîn û Ewropayê daxwaza ji bo avakirina navendên daneyan tên kirin.

Têkildarî bandora navendên daneyan li hawirdorê, pispor gelekî bi fikar in. Di halê hazir de navendên daneyan ji sedî 1 ê elektrîka cîhanê dixwin. Şîrketên ku navendên mezin ên daneyan mîna Amazon û Google bi kar tînin, tenê ji bo serverên xwe hênik bikin bi milyaran ton avê bi kar tînin.

Ji Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî George Kamiya ji DW re axivî, bal kişand ser zêdebûna hejmara navendên daneyan û destnîşan kir ku şîrketên li vê sektorê di mijara teserûfa enerjiyê û çavkaniyan dikarin hîn bêhtir tiştan bikin.

Kamiya diyar kir ku di nava 10 salên dawî de bikaranîna enerjiyê ya navendên daneyan kêm nebûye û anî ziman ku têkildarî bandora vê yekê li hawirdorê hîn lêkolîneke berfireh nehatiye kirin.

Li gorî pisporan di nava 5 salên bê de navendên daneyan wê bi 3 qatên din berfireh bibin. Li gorî daneyên şîrketeke şêwirmendiyê ya bi navê DCP, cîroyê navendên daneyan ên vê demê wê bibe 15 milyar dolar.

Sê şîrketên mezin ên înternetê Google, Apple û Amazon serkêşiyê ji vê mezinbûnê re dikin. Her sê şîrket îdîa dikin ku projeyên avakirina navendên daneyan ên nû wê di asta herî kêm de bandorê li hawirdorê bikin. Lê belê pispor dixwazin ku ji bo kontrolkirina vê qadê mekanîzmayên xurt bêne avakirin.