NASA roketeke nû dişîne ser Heyvê

NASA amadekariyê dike ku roja Duşemê roketeke nû bişîne Heyvê. Ji bo mirovan bibin ser Heyvê û vegerîne demeke dirêj e planan çêdike.

NASA testekê plan dike ku kapsula personelan a Orîonê, bêyî ku kesek tê de hebe bişîne Heyvê û vegerîne. NASA piştî wezîfeya dawî ya sala 1972'an ji nû ve dest bi wezîfeyên Heyvê dike. Plan ew e ku heta sala 2025'an astronotan bişîne ser Heyvê. Wezîfeya destpêkê ya vê planê jî vê Duşemê saet di 08.33'an de destpê dike.

Di çarçoveya wezîfeyê de ku wê gava destpêkê ya bernameya Artemîsê be, NASA wê sîstema roketê ya herî xurt Space Launch System (SLS) û amûra fezayî Orîon a ku astronotan li nava xwe hildigire wê bi kar bîne. Ev wezîfe wê bêyî hebûna mirovan bi cih bê anîn.

Çarçoveya wzîfeya Artemîs I:

Artemîs I wê wezîfeya destpêkê ya Heyvê ya Artemîs be. Amûra fezayî ya Orîon wê bi roketa herî xurt a bi bilindahiya 98 metreyî, SLS bê şandin. Di dema wezîfeyê de ku tê plankirin 4-6 hefteyan dewam bike, amûra fezayî Orîon wê bi 450 hezar kîlometreyî dûrî cîhanê biçe. Orîon bêyî ku xwe bi stasyona fezayî yan jî amûreke din a fezayî bigire, wê bi tena serê xwe biçe û eger her tişt li gorî planê bi rê ve biçe wê bê Cîhanê.

Ji bo firîna destpêkê ya bi mirov a sala 2024'an, wê ji bo wezîfeyên din astronot jî di hundirê amûrê de hebin. NASA plan dike ku astronotên destpêkê yên Artemîsê sala 2025'an deyne ser Heyvê.

Bi vê mîsyonê re wê lêkolîn bê kirin ku li ser Heyvê hin karên binesaziyê karibe bê kirin yan na. Her wiha wê lêkolîn bê kirin ku mirov karibin li gerstêrkeke din bimîne yan na.

Dema wezîfeyê 42 roj, 3 saet, 20 deqe ye û 10'ê Cotmehê beriya dakeve Okyanûsa Pasîfîk wê bi giştî bi 1.3 milyon mîl rêwîtiyê bike.

Çima Artemîs?

Navê bernameya destpêkê ya Heyvê ya NASA'yê Apollo bû. Artemîs di mîteolojiya Yewnan de xwişka cotik a Apollo ye û Xwedawenda Heyvê ye.