Mezintirîn teqîna li gerdûnê

Hate ragihandin dîmenê mezintirîn teqîna heta niha, ku konçala reş a 390 milyon salên tîrêjê dûrî cîhanê bûyî sedem, ji hêla astronoman ve hatiye dîtin.

Di gotarê de ya ku di kovara The Astrophysîcalê de weşiyaye, hate gotin teqîna ku konçaleke reş bûyî sedem pir mezin e.

Hate gotin sinyalên ji teqîna 390 salên tîrêjê dûrî cîhanê hatine ji hêla astronoman ve hatiye dîtin.
Yek ji pisporê Naval Research Laboratoryê Sîmona Gîacîntuccî ku derbarê çavdêriyên xwe agahî dayî, got, teqîna ku wan çavdêrî lê kirî, dişibe wê teqîna ku 1980'î li çiyayê Saînt Helens ê DYE'yê pêk hatî. Di teqîna navborî de jora çiyê hatibû xwarê.
Di daxuyaniya NASA'yê de hate gotin, kratera piştî teqînê çêbûyî, ew çend mezin e ku bi serê xwe dikare 15 galaksiyên mîna Kadizê vehewîne. Hate gotin teqîn li rêza galaksiyan a bi navê Ophîûchûsê pêk hatiye û galaksî li gerdûnî çêbûnên herî mezin in. Galaksiyên navborî bi hezaran têne pîvanan, texmîn ew e ku ji gelek madeyên tarî û gaza germ çêbûbin.
Her wiha di lêkolînê de hate gotin li navenda Ophîûchûsê galaksiyeke wiha heye ku bi konçeleke reş a mezin e û ev galaksî bûye sedema teqînê.
Teqîneke dî ya weke vê ya li vê herêma gerdûnê 2016'an jî çêbûbû.