Li navenda daneyan a Fransî OVHCloud şewat derket

Li Fransayê li navenda mezin a daneyan OVH'ê şewat derket, gelek malperên înternetê nesazkar bûn û dibe ku gelek jê daneyên wan nemabin.

Li fîrmaya navenda daneyan a Fransayê ya li Strasboûrgê OVCHloudê, Çarşemê sibehê şewat derket.

Şewat berê sibehê saet 03:00'an derket û 07:20'an hate tefandin.  Bi qasî sed wesayitên agirkujiyê şewat tefandin. Ji ber şewatê ziyan nehate ser kesekî. Rayedarên xwecih diyar kirin wan ti qirêjiyeke jehrî tespît nekiriye.