Li Misrê mûmyayên 2 hezar salî hatin nîşandan

Li Misrê Mûmyayên bi koka Yewnanî yên serdema Xanadaniya Ptolemaîosê (BZ 305 û PZ 30) ji hêla Wezareta Entîkayana Misrê ve hatin nîşandan.

Mûmya li sîteya arkeolojîk a Tûn El Cebelê ya li bakurê welêt hatin keşfkirin. Wezaretê nûçegihan vexwendin û mûmya nîşan dan.

Hate gotin mûmyayên ji beriya niha bi 2 hezar salî bi 'rewşeke baş in'. Wezaretê got ji 40'î zêdetir mûmyayên serdema Xanedaniya Ptolemamîosê hene.

Li gorî wezaretê mûmyayên mêr, jin, zarok û ajalên gel wan, li goristaneke ku ji wê demê maye, hatine dîtin.

Xanedaniya Ptolemaîsoê xanedaniya herî dawî ya Misrê bû, ya beriya ku bikeve bin nîrê Romayê.

Wezaretê diyar kir di nav mûmyanan de 10 zarok û piranî jê kûçik 6 ajal hene.