Li Ganymedeyê şopa dûkelê hate tespîtkirin

Li peyka Jûpîterê li Ganymedeyê şopa dûkelê hate dîtin.

Li gorî lêkolînekê ku li kovara zanistiyê Nature Antronomy hate weşadin, astronoman li peyda Jûpîterê li Ganymedeyê şopa dûkelê tespît kirin.

Dûkel li gorî agahiyên nû û arşîvkirî yên teleskoa Hubble ya Nasayê hate tespîtkirin.

Li Ganymedeyê ku weke okyanûs-heyv tê pênasekirin, tê texmînkirin ku zêdeyî ava temamiya okyanûsên mezin ên li cîhanê li vê peykê hebe.

Ev peyka ku di heman demê de weke heyva qeşagirtî jî tê pênasekirin, ji ber hewa gelekî sar, bi qalikekî ji qeşayê hatiye girtin.

Li tevahiya Ganymedeyê germahî bi giranî -123 heta -193 pile ye. Germahiya hewayê bê guhertin jî avhewaya qeşagirtî ya li peykê nayê guhertin. Nasayê tespît kir ku dûkela li peykê li cihê herî germ ê peykê hatiye tespîtkirin.