Li Antarktîkayê bi 900 metreyî li binê qeşayê şopa jiyanê

Li Antarktîkayê, bi kîlometreyekê li binê qeşayê şopa jiyanê hate dîtin.

Di lêkolînekê de ya li kovara Frontiers in Marine Science hate weşandin, encamên lêkolînên li Antarktîkayê hatin parvekirin.

Di vê lêkolînê de ku ji alilyê pisporê British Antarctic Surveyê Huw Griffiths bi rê ve bir, bi 900 metreyî li binê qeşa Antarktîkayê şopa jiyanê hate dîtin. Li binê platformeke qeşayê ya li qadeke ji 1.5 mîlyon kîlometreçargoşeyî belavbûyî, hin cûreyên heywanan hate dîtin ku nediliviyan.

Huw Griffiths diyar kir ku encamên lêkolîna wan gelekî balkêş e û anî ziman, cara yekemîn e li cihekî bi temamî qeşa girtiye jiyan tê dîtin.

Di çarçoveya lêkolînê de li binê qeşayeke mezin tehtekî mezin tê tespîtkirin. Jiyana li bine Antarktîkayê jî li binê vî tehtê li binê qeşayê hate tespîtkirin.

Pispor diyar dikin ku li binê qeşa navborî nepêkane ku tîrêjên Rojê xwe bigihîne vê qadê, lê xwegihandina madeyên organîk li cihekî ewqasî kûr, ne ji rêzê ye.

Pispor radigihînin ku pirsa 'gelo organîzmayên bi 900 metreyî li binê qeşayê xwe bi çi rengî gihandine wê derê?' pirseke girîng e û di heman demê de dipirsin ku ew organîzma ji kengî ve li wir in?