Li Çînê 2 cûreyên dînazoran ên nû hatin keşifkirin

Li parêzgeha Tûrpan-Hanî ya herêma Sîncar a Çînê 2 cûreyên dînazoran ên nû hatin keşifkirin.

Li gorî nûçeya kovara Scîence et avenîrê, ji bermahiyên 3 dînazorên li Çînê hatin dîtin, tê diyarkirin ji van 2 cûreyên nû ne. Hate ragihandin ku ji dînazorên hatin keşifkirin ji cinsê Soropodes in û ji cûreyekê welê ye ku ji 15 metreyan dirêjtirin.

Li parêzgeha Hûrpan-Hamî ya herêma Sîncar a Çînê gelek bermahiyên dînazoran hatin dîtin. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku zêdetirî 20 sal in, li Çînê daxuyaniyên cûreyên mîna van keşîf hatine kirin, agahiya ku cara ewilê ye 2 cûreyên nû yên dînazoran hatiye keşifkirin jî parve kir.

Di nûçeyê de hate nivîsandin ku bermahî pir parçe ne, hestiyên sîng û piştê yên dînazoran hatine dîtin.

Li gorî analîza ji Akademiya Zanistê ya Çînê Xîaolîn Wang ve hate kirin, dînazorên mijara gotinê, xwedî dîrokek 130 heta 120 hezar sal berî niha ne.

Ji bo tesbîtkirina vê jî lêkolînvan ji bermahiyên din ên dînazorên li welat hatine dîtin sûdê digirin. Xebatên lêkolînvanan jî di kovara Scîentîfîc Reports de hate weşandin. Dînazorên Soropodes xwedî taybetmendiyên yek ji dînazorên heyî yên herî mezin e. Dînazorên 4 ton e, dirêjiya wan dibe ji avahiyek 5 qat zêdetir dirêj be.