Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li 26 salên tîrêjê dûr gerestêrkeke balkêş hate dîtin

Piştî xebata astronotan exoplanet (gerestêrke derveyî rojê) ya ku ji cîhanê gelekî meztir e û germahiya rûberê wê 400 pile ye, hate keşefkirin.

Li gorî daxuyaniya Enstîtûya Max-Planck a Atronomiyê ya li bajarê Heîdelberg a Elmanyayê li 26 salên tîrêjê dûr li derî Pergala Rojê, nîşaneyên gerestêrkekê (Exoplanet) hatine dîtin.

Hate diyaririn ev gerestêrka bi navê 'Glîese486b' 30 caran li cîhanê ye û kutleya wê jî bi kêmanî 2,8 caran li cîhanê ye. Navê stêrka ku Glîese 486 b li dora wê dizîzîke Glîese 486 e û her zîzikandina wê 1,5 rojî didome.

Tê diyarkirin ji ber ku Glîese 486b pir nêzîkî wê stêrikê ye ku li dora wê dizîzîkê, rûberê wê pir germ e. Li rûberê gerestêrkê wolqan xuya dikin û li hin deveran alav weke çêm diherikin. Tê diyarkirin germahiya Glîese 486byê bi giştî li derdora 430 pileyî ye.

Heta niha li derveyî Pergala Rojê bi hezaran exoplanet hatibûne keşfkirin. Lê Gilîese di nav van gerestêrkan de yek ji wan e gerestêrkên nêzîk e ku ji cîhanê şopandina wê hêsan e.

Astronomên ku di lêkolînê de cih digirin diyar dkin bi teleskopa James Webbê ku îsal wê sazkar be ku çavdêrî pê werin kirin, wê were fêhmkirin bê ka atmosfera Glîese 486b heye yan na.