Lêkolerên Belçîkayî CO2 vediguherînin berhemên kîmyewî yên domdar

Şîrketa Oxylûm a Zankoya Antwerp ku di derbasbûna karbona notre de roleke pêşeng lîst, teknolojiyek pêş xist ku dikare berhemên CO2’ê veguherîne berhemên kîmyewî yên domdar. Li gorî şîrketê, ev “rêbazek şoreşger û ekolojîk e.”

Li gorî nûçeya Belgayê şefê şîrketê Bert De Mort wiha got: “Ceribandin di laboratûarê de pêk hat, niha divê em derbazî projeya pîlot a destpêkê bibin.

Karbona ku îro weke herikîna xûrdeyê ye, weke atomek esas li her cihî heye. Em vê karbonê ji sotemeniyên fosîlî bidest dixin.”

Lê Oxylûm, bi saya projeya xwe ya nû dixwaze bi qasî ku bikare xwezayê biparêze.

Şîrketa Oxylûm “Teknolojiya elektrokîmyewî ya kêmkirina CO2’yê” ku ji bo şîrketên di lêgerîna karbona notre de ne îlhamek e, pêş xist.

Ev fikir di aliyê aborî de nîşan dide ku kîmyewiyên ji CO2’ê hatin veguherandin, ji bo bikaranîna şîrketên kîmyewiyê ye.

De Mot diyar kir ku weke pelên darekê, ji bo çêkirina kevirên çêker ên kîmyewiyên ku dikarin bên nûkirin, CO2 û av tên bikaranîn û da zanîn ku enerjiya pêwîst bi elektirîka ku dikare bê nûkirin, pêk tê û di vê pêvajoyê de ti madeyên xav ên fosîlî nayên mezaxtin.

Di laboratûara Oxylum de, CO2 vediguhere kîmyewiyên bi nirx ên wekî asîda formîk.

Ev asîd ku weke asîda metanoîk jî tê binavkirin, di şîrketên hilberandinê yên derman û tekstîl de tên bikaranîn. De Mot têkildarî vê yekê wiha got: “Niha asîda formîk ji gaza xwezayî tê hilberandin, lê em bi bikaranîna teknolojiya xwe dikarin vê rasterast ji CO2’yê hilberînin.”

Tê zanîn ku armanca vê yekê, derxistina etîlen ji CO2’yê ye.

Her wiha xwediyê şîrketê ev tişt anî ziman: “Di sektorê de bi rastî jî ji bo hilberandina plastîkê madeyeke xav ê esasî ye. Îro etîlen ji petrolê tê bidestxistin. Bi çêkirina etîlenê ya dikare bê nûkirin, lê li şûna rûn ji CO2 destpê bikin em dikarin plastîkek xwedî heman avahiya molekulî çêbikin.