Karayilan bang li gelê Riha û Botanê kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, di daxuyaniya xwe ya beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de ev bang li gelê Riha û Botanê kir ku dengê xwe bidin xwe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ji radyoya Dengê Gel re nirxand. Karayilan, bi taybetî li ser Riha û Botanê sekinî û destnîşan kir ku hilbijartinên xwecihî wê di diyarkirina siyasetê de roleke girîng bilîze.

Karayilan, banga kes dengê xwe nede zalim û kujerên vî gelî kir û got, “Divê gelê me bi jin û mêr, ciwan û kedkarên xwe, her kesên li ser vê xaka pîroz dijîn li gorî nirxên xwe tevbigere û li gorî dîroka axa lê dijî tevbigere."

Beşa duyemîn a hevpeyvîna Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan a li Dengê Gel hat weşandin bi vî awayî ye:

Ji hilbijartinên xwecihî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re çend roj mane. Hûn weke şexsekî ku herêmê û siyaseta li Kurdistan û Tirkiyeyê baş dizanin, derbarê hilbijartinan de nirxandinên we çi ne? Bi taybetî jî derbarê pêvajoya hilbijartinê de ya li Riha û Botanê hûn çi difikirin?

Her çend ev hilbijartin, hilbijartinên xwecihî jî be jî, ev hilbijartin wê di diyarkirina siyasetê de roleke girîng bilîze. Lê belê ez naxwazim ji bo tevahiya hilbijartinan tiştekî diyar bikim. Hemû partiyan berpirsiyarên xwe hene û diaxivin. Di warê sîyasî de hevserokên partiyên ku gelê me û beşên demokratîk temsîl dikin, hene kar dikin û nirxandinên xwe dikin. Em ji helwest û biryarên wan re rêzê digirin. Em jî temaşe dikin. Tiştekî ku em bibêjin tune ye. Lê belê girêdayî pirsa we ez dixwazim derbarê gelê me yê Riha, Şirnex û Botanê de hin xalan destnîşan bikim: 

Weke tê zanîn Riha herêmeke girîng e. Gelek kes dibêjin ku ev bajar, bajarekî dîrokî ye û bajarê pêxemberan e. Jixwe ev herêm herêmeke dîrokî ye. Lêkolîn nîşan didin ku îhtîmal heye ku hîn zêdetir aliyên herêmê yên dîrokî werin eşkerekirin. Herêmeke ku di dîrokê de xwedî roleke girîng be, helbet di serdema me de jî wê ji aliyê dîrokî û çandî ve xwedî roleke girîng be. Di vê mijarê de xala herî girîng ew e ku Rêber Apo li ser van axan mezin bûye û çanda xwe ya civakî ji van axan  girtiye. Rêber Apo rêberekî wisa ye ku îro navdartirîn akademîsyen, profesor û fîlozofên cîhanê dibêjin: ‘’Em ji fikrên wî sûdê werdigirin. Em gelek tiştan ji wî hîn dibin.’’ Tew hin prefesoran jî digotin: ‘’Her dema ku em  fikrên Ocalan dixwînin, em dibînin ku em jî bûne xwendekareke wî.’’ Yanî Rêber Apo ne tenê rêberê PKK'ê û rêberekî ku ev 26 sal in bi îradeyeke mezin li ber xwe dide ye. Rêber Apo bi Paradîgmaya Civaka Ekolojîk a Demokratîk a Azadiya Jinan esas digire re îro li seranserê cîhanê weke zanyar û rêberekî tê qebûlkirin. Îro cîhan hemû dema ku derbarê serdema me ya îroyîn de dixwîne û lêkolînan dike ji perspektîfên Rêber Apo sûd werdigire. Yanî  kesekî wisa ye ku îro cîhan guhdariya wî dike, mirov ji wî hînî tiştan dibe û kesayetek wisa rêberekî wiha ji axa Kurdistanê derketiye. Gelê Kurd her çi qasî jî ji vê yekê serbilind be, şanaz jî be dîsa jî kêm e. Ew rêberê mezin ji gundê Amarayê yê Rihayê yê Kurdistanê derketiye. Ev ji bo gelê Rihayê şanazî û serbilindî ye. Madem îro li seranserê cîhanê mirov dixwazin fikrên Rêber Apo hîn bibin û li gorî fikrên wî li cîhanê binêrin, çima gelê me yê Rihayê ji vê yekê sûd wernegire û ji vê yekê dûr bimîne! Ev ê bibe nakokî. Hewce ye gelê me yê Rihayê jî rastiya Rêber Apo bibîne û bi fikr û ramanên Rêber Apo xwe pêş bixe. Rêber Apo yekî hêja ye; Ew zanayekî dîrokî ye. Li xaka pîroz a Birahîm Pêxemberî derketineke şoreşgerekî ya zanistî tê jiyîn. Ev rastiyek e. Bê guman ne hewce ye ku mirov van bi awayekî din şîrove bike, lê belê tiştên ku di warê zanistî de tên jiyîn û perspektîfên ku ji bo gelê me û gelên Rojhilata Navîn hatine dayîn li holê ne û îro hemû mirovahî dikare ji vê yekê  sûd werbigire. Ji ber vê yekê hewce ye gelê me yê Rihayê vê yekê bibîne û xwe li ser xeta demokrasî û welatparêziyê zêdetir kûr bike. 

Riha niha çawa tê naskirin? Weke bajarekî aligirê desthilatdariyê tê dîtin. Ji dûr ve wisa xuya dike. Çima? Ji ber ku hin malbatên ku berjewendiyên xwe esas digirin hene. Ev malbat lê nanêrin bê ka kî heqeî kî neheq e. Her wiha lê nanêrin bê ka kî bi rastî jî olê temsîl dike û li gor wê tevdigere. Ev li berjewendiyên xwe dinêrin. Û mixabin ku ev tesîrê li civakê jî dikin. Lê belê di serî de jinên fedakar û ciwan hewce ye êdî civaka me ya Rihayê, kedkarên Rihayê, gundiyên Rihayê, her kes bi zanebûnî nêzîkî vê yekê bibe. Li dora wan malbatên xwedî sermaye kom dibin û piraniya dengên xwe didin AKP’ê. AKP desthilatdariyeke zalim e. Her roj ew qas Kurdan dikuje. AKP ne AKP ye, AKP MHP ye. AKP'ê xwe teslîmî MHP'ê kiriye; Bi zîhniyeta nijadperest a MHP’ê îro bûye qatilê gelê Kurd. Tu yê çima dengê xwe bidî qatilê xwe! Ma ev yek ne şerm e? Ma ne guneh e! Nabe ku mirov bi zalim û dizan re bibe yek û dengê xwe bide wan. Hewce ye êdî gelê me yê Rihayê jî van rastiyan bibîne. Banga me ev e. 

Bila her kesê ku heya niha dengê xwe nedaye kesên ku nasnameya kurdan û nirxên demokratîk temsîl dikin û berovajî vê yekê  dengê xwe dane desthilatdariya AKP’ê, beş bizanibe ku hevkariya bi zaliman re, bi dizan re mirovan gunehkar dike. Hewce ye ne wisa be; Hewce ye mirov li welatparêziya xwe xwedî derkeve. Vê carê ji gelê Rihayê re derfeta mezinbûn û serketina welatparizêyê ava bûye. Tew navenda Rihayê jî di nav de  ji Bêrecûkê heya Sîweregê li her derê Rihayê derfeta standina encameke baş derketiye holê. Ji bo vê jî her kesê ku li ser vê xaka pîroz dijî, çi Kurd be, çi Ereb be û çi jî Tirkmen be hewce ye xwedî li bajarê xwe û pêşeroja xwe derkeve. Rêber Apo îro rê li ber her kesî vekiriye. Vaye em dibînin li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo, hemû gelên li Rojavayê Kurdistanê çawa bi awayekî aram bi hev re dijîn. Çimkî fikrên Rêber Apo pergaleke ramanê ya nû ye; li wir cihê her kesî  heye. Ji ber vê yekê hewce ye gelê Rihayê vê rastiyê bibîne û dengê xwe nede qatil û dizan û dengê xwe bide xwe. Ji her kesî re banga ev e. Banga me bi taybetî ji bo kesên ku heta niha xwe dûr xistine ew e ku bila destê xwe deynin ser wijdana xwe û bikevin ser rêya heq. Hewce ye dengê xwe nedin zalim û qatilên vî gelî. 

Tiştekî din jî ew e ku AKP’ê hemû gel bi birçîbûnê re rû bi rû hiştiye. Çima vê yekê dikin? Çima îro birçîbûn heye? Ji ber ku AKP hemû pere çavkaniyên Tirkiyeyê li dijî kurdan xerc dike. Ji ber ku hemû pere û çavkaniyan ji bo şerî xerc dike, îro gelê Tirk û Kurd xizan e û bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Yanî hewce ye êdî ev rastî bê dîtin, gel dengê xwe bide rêya heq û edalet bê destekkirin. Banga min ji welatparêzên Rihayê yên hêja, jinên Kurd, ciwanên Kurd û kedkaran re ye: Di vê serdemê de pir hesas bin; Gelekî bi hêz tevbigerin. Her çend ji hilbijartinan re demeke kurt jî mabe, bi serkeftinê bawer bikin û li gorî wê li ber xwe bidin. Em hêvî dikin ku vê carê li Rihayê wê welatparêzî û demokrasî bi ser bikeve. Êdî welatparêz û namzet li Rihayê wê bi rastî jî encamên baş bi dest bixin û bi vî awayî li herêma Rihayê têkoşîna azadî û demokrasiyê mezintir bibe. 

Ez ji gelê me yê Şirnexê re jî rêz û silavên xwe yên taybet pêşkêş dikim. Şirnex navenda Botanê ye. Botan jî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî rol û mîsyoneke mezin e. Şirnex keleha welatparêziyê ye.Warê Egîdan e. Warê Dijwaran, Rojhatan, Nûjînan û Kerîman e. Ji bo vê dewleta Tirk dixwaze bi destê hin kesan vê kelehê bi dest bixe. Ji ber wê ye ku bi hezaran dengên sexte ji derve vediguhêze Şirnexê û dixwaze vê kelehê bi dest bixe. Ev neheqî ye. Beriya her tiştî hewce  kesên ku xwedîwijdan û heya niha bêalî mane vê neheqiyê qebûl nekin. Yanî dewlet ew qas leşker û polêsên xwe ji bo demeke kurt li wir bimînin, wan vediguhêze li wir û qeyda navnîşana wan li wir nîşan dide ji bo ku wê kelehê bi dest bixe.  Ev neheqî û sextekarî ye. Ev dizî ye. Li aliyê din kesên ku weke namzed nîşan dane, erê dibe ku kurd bin, lê belê bê ka Kurdên çawa ne? Ew Kurd in ku bi xwîna Kurdan dewlemend bûne. Ji malbatên bi vî rengî ne. Ev kes in ku xwe ji xwîna vî gelî dewlemend kirine. Hewce ye gelê me kesên bi vî rengî baş nas bike. Dengdana ji wan kesan tê wateya dengdana ji zaliman re. Çawa ku gelê me li hemberî zaliman serî netewandiye, hewce ye bi heman rengî li nêzî mijara dengdanê jî bibe. Yanî serîtewandina li hemberî zilimkaran ne wacîb e, lê belê  dengdana ji zaliman re heram e. Ma hewce ye em bizanibin ku tenê hin kes di van hilbijartinan de nehatine hilbijartin. Na; Di van hilbijartinên xwecihî de îradeya gelê Kurd tê hilbijartin. Çimkî dewleta AKP û MHP’ê îradeya gelê Kurd nas nake. Beriya niha li  Şirnexê dizî kirin; Bi derewan û deq û dolaban bi dest xistin. Lê belê ji cihên din re jî qeyûm hatin tayînkirin. Niha jî hewce ye her kes hemû welatparêz û alîgirên pergala demokratîk, gelekî bixebitin, her kesî hişyar bikin û rê li ber lîstikên qirêj ên AKP û MHP’ê bigirin. Yanî hewce ye ew jî ji bo pûçkirina van lîstikan bixebitin û her kesî hişyar bikin. Hewce ye her kes dengê xwe  rast bide. Ger gelê me yê li Botanê û welatparêzên me yên li herêmê derdorên xwe yên malbatî zêdetir bixin dewreyê û zêdetir bixebitin, li dijî wan her çi qasî lîstikên qirêj werin lîstin jî wê dîsa jî ser bi kevin. 

Niha li navenda Şirnexê hin kesên girîng hene. Ez jî wan nas dikim, ew jî me nas dikin. Hin ji van kesan bi durustî nêzî hilbijartinên 2019’an nebûn. Em vê dizanin. Lê belê bila  xwe nekin pêlîstokên sîxuran. Bila ya xelet nekin. Ev serdem serdemeke girîng e. Di vê serdemê de hewce ye ew kes jî ji bo welatparêziyê bixebitin û piştgiriyê bidin namzetên welatparêz. Hewce ye hem dengê xwe bidin û hem jî piştgirî bidin. Ez dizanim ku rola wan jî girîng e. Hêviya me ji her Kurd û welatparêzên li Botanê, çi gundî be, çi bajarî be, çi feqîr be û çi jî dewlemend be ew e ku bi gelê xwe re bin. Gelê Botanê gelekî xwedî dîrok e. Dîroka wê ya lehengiyê heye. Rol û mîsyoneke wê heye. Welatparêziyê temsîl dike. Hewce ye ev yek were parastin. Hewce ye her kes ji bo vê yekê bixebite û wiha tevbigere. Her kes di serdemên normal de dibêje ez kurd im û welatparêz im. Ya girîng ew e ku di şert û mercên îroyîn de, di serdemên dijwar de mirov xwedî li welatparêziya xwe derkeve. Ev girîng e. Em li bendê ne  ku gelek kes di van şert û mercan de li hemberî lîstikên qirêj ên dewletê hişyar bin, helwesta xwe nîşan bidin û li gorî wê tevbigerin. Ya ku tê hêvîkirin ev e.  Bi taybet jî hewce ye gelê me yê Botanê, jin, mêr, ciwan, kedkar û her kesê ku li ser vê xaka pîroz dijîn, li gorî nirxên xwe tevbigere û li gorî dîroka axa ku li ser dijî tevbigere. Ez di wê baweriyê de me ku eger helwesteke bi vî awayî were nîşandan wê teqez encameke baş were bidestxistin. Hêviya me jî ev e. Hêviya şehîdên me yên leheng jî ku pîroztirîn nirxên gelê me ne, ji gelê Botanê ev e.

Her wiha ez dixwazim tiştekî din bînim ziman: Di salên dawî de li Cizîr û Hezexê hin kes hatin cezakirin. Bila eqreba û derdorên malbata van kesan baş bizanibin ku me li ser mijarê biryareke navendî nedaye. Ew bûyer di çarçoveya herêmî de pêk hatine û li ser tê sekinîn jî. Dema ku encamên wê eşkere bûn, em ê encaman bi rêya nameyan derdorên têkildar agahdar bikin. Em hemû gelê xwe yê Botanê weke welatparêz û weke dildarên tevgera xwe dibînin. Ji ber vê yekê em xwedî li her kesî derdikevin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me yê Botanê jî wê li gorî dîroka xwe tevbigere û di vê serdemê de bersiva pêwîst bide her kesî. Bi vî rengî di van hilbijartinan de wê encameke baş bi dest bixe. Girêdayî vê yekê ez ji niha ve ez ji her kesî re serkeftinê dixwazim.

Weke dawî tiştekî ku hûn dixwazin bibêjin heye?

Di çarçoveya pirsên we de min bersiv da tiştên pêwîst. Lê belê li pêşiya me Cejna Remezanê heye. Ez ji niha ve Cejna Remezanê ya hemû gelê me, gelên li herêmê û cîhana Îslamê pîroz dikim û hêvî dikim ku Cejna Remezanê bibe wesîleya başî û xweşî, azadî û serkeftinê û bi rêzdarî li her kesê ku guhdariya me dike, silav dikim.