Ji bo jiyanê gerstêrkeke nû hate keşfkirin

Ajansa Hewavanî û Fezayê (NASA) ya DYA’yê ragihand ku gerstêrkeke nû ya bi qasî cîhanê mezin keşf kirine.

Ajansa Hewavanî û Fezayê (NASA) ya DYA’yê ragihand ku gerstêrkeke nû ya bi qasî cîhanê keşf kirine.

NASA’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Peyka Lêkolînkirina Gerstêrka Wêdetir a Derbas Dibe (TESS), li Komstêra Fînmasî (Dorado) li rêgeha xwe ya li “herêma ji bo jiyanê guncav” gerstêrkeke wêdetir a bi qasî cîhanê mezin keşf kiriye.

Navê "TOI 700 e" li gerstêrkê hate kirin û hat diyarkirin ku bi qasî 100 salên ronahiyê ji cîhanê dûr e.