Ji bo aşiya Ebolayê pêşketineke hêvîdar

Zanyaran di xwîna nexweşekî vîrusa Ebolayê de antîkorek tespît kirin a ku dikare vîrusa Ebolayê ji holê rake. Ev pêşketin ji bo aşiya Ebolayê ya gerdûnî, pêşketineke girîng tê dîtin.

Aşiya li hemberî vîrusa Ebolayê bi pêşengiya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê di sala 2015’an de hate çêkirin. Lê ev aşî bi tenê li ser vîrusekê bandora wê heye. Ev aşî li Komara Kongo ya Demokratîk tê bikaranîn. Li Komara Kongoyê ya Demokratîk 500 kes ji ber Ebolayê mirin.

Bi antîkoreke nû ya ku lêkolînerên Emerîkî tespît kirine, hewl tê dayîn li hemberî vîrusa Ebolayê gaveke din bi pêştir biavêjin. Ev antîkor dikare bandorê li ser sê kokên vîrusan bike.

Li gorî nûçeyeke Konara Natûre Strûctûcal and Molecûlar Bîologyê de pênc kokên vîrusa Ebolayê hene. Lêkolîner diyar dikin ku bi antîkora nû re, ew ê karibin koka sêyemîn a vîrusê jî ji holê rakin.

Li gorî Erîca Ollmann Saphîre ya ji saziya La Jolla Instîtûte fopr Immûnologyê avadaniya molekuler xwe digihîne cihekî stratejîk a vîrusê. Saphîre diyar kir ku vê avadaniya molekuler dikare hemû cureyên vîrusan ji xwe re bike hedef.

Vîrusa Ebolayê di temaseke biçûk a nexweş û miriyan re derbasî mirovan dibe. Li gorî cureya vîrusê ji 30 heta 90’ê ji sedî dikare mirovan bikuje.