Ji ber teknolojiyê, em ê hezar salên din bişibin çi?

Operatora telefonê ya navneteweyî TollFree Forwarding, prototîpê mirov ê ji ber tekonolojiyê bişibe çi, çêkir.

Bi Mîndy yê wek prototîpê hezar sal bi şûn de yê mirov tê xeyalkirin bal bi ser 6 hemanên guherbar de tê kişandin. Prototîpê bi 3D’yê hatiye çêkirin tiştekê xeyalî ye. Pêkhatin û nehatin wê bi demê re diyar bibe.

  1. Teşeyekê xûz, stû û girmilên bi qews. Tê eşkerekirin ku ev ji ber aktîvîteyên bi hêsanî tên kirin lê hewceyê sekinandina rast nakin, çêdibe.

Xebata bi kompîturê û bikaranîna telefonên biaqil wek sedemên êşa piştê tên dîtin.

Mirov sere xwe xwar bike û telefonê bi kar bîne, zor digihîje stûyê mirov. Bi salan bi şûn de, ji ber vê sedemê, dibe ku berê stûyê mirov tim li xwarê be.

  1. Tê pêşbînîkirin ku hêdî bi hêdî teknolojî û jîriya çêkirî şûna xebat û kirinên bi destan bigirin. Bi vî awayî wê dest û mil bi tenê li gor girtina telefonê teşe bigirin.
  2. Jixwe bi lêkolînê hat çespandin ku ekran ji çavên mirov re ne baş in. Ekran dibin sedema êşa ser, westan û nedîtinê.
  3. Bi ya pisporên bi rêya FreeForwardê hatin ba hev, wê laşê mirov bi roniya şîn a jê re zerar e hêdî bi hêdî li hev bikin.

Du hîpotez hene; ya wê çav bixwe xurt bibe û lenseke berxwedêr li dijî roniya şîn çêbike ya jî wê pelikekê çav ê duduyan çêbibe û wê bi tenê ji bo parastina vê roniyê be.

  1. Qafikekê ser ê zexmtir.

Pêlên ji telefonên biaqil belav dibin, ji mêjiyê mirov re ne baş in û dibe ku wicûd ji bo parastinê li derdora mêjî komikekê ji hestiyan çêbike ku bikare bertek bide.

  1. Mêjiyekê piçûktir.

Xebat zêde teorîk e û li gor xebatê bi rêya rehetî û sûda ji pêşketineke piçûk a teknolojîk çêdibe, kapasîteya mêjî tune dibe.

  1. Mirov kintir dibe

Êdî sax mayîna mirov, wê ne li gorê mezinahî, hêz û wd. be. Ên ku teknolojiyê herî baş bi kar bînin û bi rê ve bibin wê sax bimînin û ji wê boneyê navê ku mirov mezin be.