Hînton têkildarê xeteriyên jîriya çêkirî hişyar kir

Geoffrey Hînton ku çekêrekê jîriya çêkirî tê qebûlkirin, ji bo di warê xeteriyên jîriya çêkirî de hişyariyan bike, biryar da ku dev ji erka xwe ya di Googleyê de berde.

Geoffrey Hînton da zanîn ku dev ji karê xwe yê di Google’yê de berdaye, di tweetekê de ku parve kir, îdia kir ku ji bo axavtina li ser bandor û xeteriyên YZ’yê dev ji kar berdaye.

Hînton di roportajekê de ku bi rojnameya The New York Timesê re kir, anî ziman ku ew ji jîriya çêkirî bi fikar e, ji ber ku dikare dîmen û nivîsarên sexte yên mirov pê bawer bibe, çêbike.

Li gor Hînton, gelek rîskên cîdî yên geşedanên vê sektorê ji bo civak û mirovahiyê hene.

Lê Hînton bixwe, bi çêkirina bingehekê ji bo pergalên jîriya çêkirî bûye damezirînerekê fikirî yê Google Brainê.

Hînton her wiha got: ”Mirov wê çawa ber li bikaranîna jîriya çêkirî ji bo tiştên xerab bigire, ne diyar e.”

YÛVAL NOAH HARARÎ: YZ JI VEDÎTINÊN DIN CUDA YE

Dîroknas Yûval Noah Hararî ku bi RTS’ê re ku medyayeke Swîsreyî ye, axivî, hişyar kir ku YZ, ji hemû vedîtinên heta niha ji binî ve cuda ye.

Noah Hararî destnîşan kir ku di warê çandî ya jî teknolojîk de hêza YZ’yê gelek e, lê di heman de pir xeternak e.