Heywan jî çandê distînin û vediguhezîn nifşên nû

Li gorî lêkolîna zanyarên Skoçî heywan jî eynî weke mirovan çandeke resenî xwe datînin û dab û nerîtên xwe par ve dikin.

Di lêkolînekê de ku zanyarên Zanîngeha St Andrewsê kirin li ser pirsa, ''Çand gelo tenê aidî mirovan e?'' geriyan.

Gotara ku li ser encama şopandina 70 salî ya tevgerên heywanan hatiye avakirin, di kovara Scîence de hate weşandin. Li gorî encama lêkolînê ya ku dêhnê xwe dayî ser biguhan, çûk, masî û kêz û kurman, heywan jî eynî weke mirovan xwedî çandekê ne û dikarin çanda xwe geştir bikin.

Tê destnîşankirin ku heywan jî dibine xwedî hin hînbûn û rêz û rêçikan, ew jî eynî weke mirovan ji dê û dapîran, bav û kalên xwe hînî vê dibin. Di lêkolînê de her wiha heywan ne tenê ji hêla ajoyên xwe ve têne rêvebirin, li nav heywanên biguman, masî, kêz û kurman û gelek celebên din ev xaset hene.

Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku çand hê dema ciwanî ji dê û dapîr û bav û kalan û hem jî ji yên yixtiyaran derbasî wan dibe, yên ciwantir ji nav keriyê bêhtir bala xwe didin ser ên zêdetir xwedî tecrûbe. Li ser vê mijarê heywanên xwedî tecrûbe ku ji bo jiyanê dikarin amûrên hewce bikarabînin mînak têne girtin.

Di nûçeya kovara GEO'yê de ku lêkolîna li Skoçyayê dayî, mîna meymûn hate parvekirin. Di nûçeyê de hate diyarkirin meynûnên ku dev ji keriya xwe berdane, dema ku tevlî nav keriyekî dî dibin, dibine xwedî hînbûnên vê koma nû.