Helîkoptera NASA li Marsê firiya

Helîkoptera NASA Ingenûîty, li ser rûyê Marsê firîna xwe ya dîrokî pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Fezayê ya Emerîka NASA’yê, ragihand ku balafira Ingenûîty firiya.

Endazyareke ji Labartoara Jet Propûlsîon a girêdayî NASA’yê di weşana zindî de axivî û gotina, “Îngenûîty li gerekstêrkek din, balafira yekem a bi motorîze dikare bifire nîşan da.” bi çepik û kêfxweşiyê hate pêşwazîkirin.

Sondaya Fezayê Perseverans jî dîmenê firîna balafirê tomar kir.

Amûra motorîze cara yekem wê li Marsê 11’ê Nîsanê bi firîbaya, lê ji ber dema ceribînê, pirsgirêkek teknîkî derketibû hatibû taloqkirin.

Firîna yekem a balafira biçûk, li bendê ye ku erkekî bê xeterî pêk bîne. Piştî firîna 30 kêliyan û şûnde hate pilankirin ku vegere rovera wesayîta vezayê.

Daneyên ewilê yên firînê wê destpêkê bişîne Perseverance û ji wir jî bişîne cîhanê.

Di nava daneyên ewilê de wêneyek reşûspî heye. Helîkopter roja Sêşemê piştî ku bi bateriyê hate şarjkirin û şûnde wê wêneyek bi reng jî bişîne.