Gurçika berazan neqlî mirovan kirin

Doktoran yekemcar gurçika berezakî neqlî mirovan kir, bêyî ku bibe sedema reaksiyonekê.

Doktorên li New Yorkê, gurçika li berazekî ku genetîka wî hate guhertin, bi rengekî serketî neqlî mirovekê nexweş kirin. Dîtin ku organ bi rengekî normal dixebite. Ev ceribandina serketî bû hêvî ku pirsgirêka organ di demeke nêz de çareser bike.

Ya ku gurçik lê hate bicihkirin jineke nexweş bû ku pirsgirêka wê ya gurçika hebû û ji aliyê mejî ve miribû. Malbatê qebûl kir ku beriya cîhaz li ser bê birîn, ceribandina gurçikê bê kirin.

Gurçika ku li nexweş hate bicihkirin ji heywanekî hate wergirtin ku genetîka wî hatibû guhertin.

Gurçika nû sê rojan bi rehên xwînê ve hate girêdan û lêkolîner ji bo karkirina gurçikê bişopînin organ li derveyî beden hiştin.

Encamên testê jî normal xuya kir. Gurçikê mîna gurçika mirovekî mîz çêkir û ji aliyê organîzma mirovan ve nehate redkirin.

Li gorî Dr. Robert Montgomery ê ku karê neqilkirina organ meşand, asta kreatiyê ya nenormal a jinê -nexweşiya karkirina gurçikê- piştî veguhastina gurçikê li halê normal vegeriya.

Lêkolîner bi dehan sal in ji bo veguhastina organên heywanan dixebitin. Lê belê bedena mirovan van organan di cih de red dikin û lêkolîner jî hewl didin vê yekê fêhm bikin.

Tîma Montgomery ji bo karbondîdrat a rê li ber redkirinê vedike, geneke beraz girtin. Ev yek jî bi molekula şekir a bi navê alfa-gal kirin.

Berazên gena GalSafe hatiye guhertin, di Kanûna 2020'î de ji aliyê Daîreya Derman û Zad a DYE'yê ve ji bo mirovên ku alerjiya wan ji bo goşt heye, weke çavkaniyeke potansiyel a derman û xurekê hate qebûlkirin. Berhemên tibî yên ji berazan têne peydakirin, beriya li ser mirovan bêne bikaranîn, pêwîstiyê bi destûreke taybet dibînin.

Li cîhanê her sal 2.5 milyon mirov ji ber nexweşiyên gurçikê yên kronîk jiyana xwe ji dest didin. Ev ceribandina serketî bû hêvî ku pirsgirêka nebûna organan di demeke nêz de çareser bibe.