Gelo okyanûsên li Cîhanê bi saya Rojê çêbûne?

Li gorî lêkolîneke nû, ava li Cîhanê dibe ku ji Rojê hatibe.

Rûyê erdê bi qasî ji sedî 70'î bi avê girtî ye. Lê belê zanyar demeke dirêj e lêkolîn dikin bê av bi çi rengî hatiye cîhanê.

Niha jî komek ji lêkolînê ya navneteweyî li ser wê ihtimalê disekinin ku av ji Rojê hatibe Cîhanê.

Di vê mijarê de jî lêkolîner balê dikişînin ser bayê Rojê, ku bi iyonên hîdrojenê tijî ne.

Bayê Rojê beriya bi 4.5 milyar salî, mîna barana meteor di nava hebên dozên fezayê de yên li Cîhanê ketin, av afirandin.

Bayê Rojê niha hîn jî heye û di kêliyekê de bi 900 kîlometreyî zû diçe û germahiya xwe jî 2 milyon Fahrenheit (Zêdeyî milyonek û 100 hezar pileyî) germ e.

Ji Zanîngeha Glasgowê nivîskarê lêkolînê Dr. Luke Daly got, "Bayê Rojê ji iyonên helyûm û hîdrojenê pêk tên ku ji Rojê ber bi fezayê ve diçe."

Ev iyonên hîdrojen dema ku li asteroîtekî yan jî parçeyekî tozê yê li fezayê ket, bandorê li qadeke ji çend deh nanometre yê rûyê wê qada bêhewa dike û avaniya kîmyewî ya wî tehtî diguherîne.

Dr. Daly dibêje, iyonên hîdrojen bi temê re atoma oksîjeyê ya têrker diafirînê û H20 ê li nava mîneralên asteroîd girtî ye, ji bo afirandina -av- dikare bê bikaranîn.

Dr. Daly destnîşan dike ku ev pêvajo, avabûna okyanûsan beriya avabûna qada manyetîk a cîhanê çêbûye.

Bi navê 'Tevkariya Bayê Rojê li avabûna Okyanûsên Cîhanê' gotarek li Nature Astronomy hate weşandin.