Gelo Neandertal ji ber guherîna cemsera manyetîk tune bûn?

Li ser tunebûna Neandertalan heta niha gelek teorî hatin bilêvkirin. Zanyarên Îngiliz jî îdîa dikin ku guherîna ku ji nişka ve li cemserên manyetî çêbû, bû sedema tunebûna Neandertalan.

Têkildarî mirovên Neandertal, ku tê texmînkirin bi belavbûna Homo Sapîens ku mirovên serdema heyî ne, yan jî ji ber şert û mercên avhewayê tune bûn, teoriyeke nû derkete holê.

Zanyarên ji Zanîngeha New Soûth Walesê û pisporên ji zanîngehên cuda di vê der barê de lêkolîn kirin û encamên wê jî li kovara Scîence weşandin. Nirxandinek li ser vê lêkolînê jî li The Conversatîonê hate weşandin.

GUHERÎNA LI CEMSERÊN MANYETÎK: TÎRÊJÊN ÛLTRAVÎOLE ZÊDE BÛN

Li gorî zanyaran, cûreyê Neandertal ku tê texmînkirin di navbera 28 hezar heta 40 hezar sal beriya niha tune bûn, ji ber guhertina ji nişka ve ya cemserên manyetîk ên cîhanê yên li Bakur û Başûr, nekarî li gorî şert û mercên guherî tevbigerin û tune bûn. Li gorî vê yekê guherîna berevajîbûna cemserên manyetîk ên cîhanê ku beriya 42 hezar salî pêk hat, hem gelek cûreyên heywanan hem jî Neandertal bi temamî tune bûn.

Di lêkolînê de hate bibîrxistin ku qada manyetîk a cîhanê mîna xeliyekê radyasona neyînî ya ji fezayê tê, asteng dike û hate ragihandin ku di dema cihguhertina cemserên manyetîk de ev taybetmendiya parastinê ji holê rabû. Di encama vê yekê de jî tîrêjên ûltravîole yên ji fezayê tên cîhanê zêde bûn û vê yekê jî bandor li Neandertalan kiriye.

Lêkolîneran ragihandin ku Neandertal tevî ku li gorî Homo Sapîens ji aliyê fîzîkî ve xurt bûn, ji bo xweparastinê ji aliyê mejî ve lawaz bûn û diyar kirin, Homo Sapîens ên di heman demê de hebûn xwe li şikeftan girtin û bi vî rengî sax man.