Gelo li derweyî Cîhanê gîha dikare bê şînkirin?

Bakteriya ku li Stasyona Fezayî ya Navnetewî (ISS) hatî tesbîtkirin weke îsbatekê tê nîşandayîn ku mirov dikare li derweyî Cîhanê gîha şîn bike.

Di nûçeya ku li Futura Sciences hatî weşandin de ji encamên lêkolîna bi navê ‘Microbial Tracking-1’ ya li ser ISS’ê hatî pêkanîn re cih hatiye dayîn. Li gorî nûçeya bi îmzeya Jûlîe Kern di lêkolînên ku di navbera salên 2015-2016’an de hatinî kirin, di mînakên ku hatinî bi destxistin de hatî tesbîtkirin ku cûreyek ji bakteriyê heye.

Li gotî vê, di dema lêkolînan de mînakên bakteriyê yên hatinî girtin di destpêkê de wer dihat texmînkirin ku ayîdê 3 kokan e. Lê piştre di encama analîzên genetîk yên berfireh de derket ku her 3 bakterî jî 100% xwedî heman kokê ne. Hate zanîn ku ev cûreya bakterî jî methylobacterîûmî ye.

Bakteriya bi navê Methylobacterîûm wekî cûreyek basîl a bi navê 'Gram +' ku di navbera 25 û 30 pileyan de mezin dibe û ew cûreyek balkêş ya ku dikare wekî çavkaniyek karbonê metanol û metal bikar bîne tê pejirandin.

Tê zanîn ku ev cûreya bakteriyê li hewa, li erdê, di avê de, di sedîmentan û nebatan de li seranserê cîhanê têne dîtin. Di nav agahdariya ku di Futura Sciences’ê de hatî dayîn de, Methylobacterium, ku di nav bakteriyên "Rhizobiale" de ne ku ji bo nebatan hewce ne, bêhtir bala zanyaran dikişîne.

Tê destnîşankirin ku ev bakterî di heman demê de di zêdekirina berxwedana nebatan de li hember stresa abiyotîk û êrîşên patojenî jî bi bandore û ji ber vê yekê ji bo mezinbûna wan pêwîst dike.

Hîn nehatî piştrastkirin ka gelo Methylobacterium di ISS’ê de wê li hawîrdora Cîhanê wek nimûne li gerstêrkek mîna Marsê, xwediyê heman bandorê be.

Zanyarên NASA’yê destnîşan dikin pir girînge ku mîkrobên nû bêne destnîşankirin, yên ku ji bo çandina nebatan li hawîrdorên wekî fezayê bi stres û cihên ku çavkaniyên wê kêm in hewce dike.

Tê zanîn ku beşek girîng a zêdeyî hezar nimûneyên ku ji lêkolîna bakteriyan a li ser ISS ku  6 sal in didome, hîna nekarîne bînin cîhanê. Ev ji bo lêkolînên pêşerojê yên li ser çandina nebatên li fezayê girîng tê dîtin.