Gelo kûçik hemû zimanan fêm dikin?

Li gorî lêkolînerekî Mecarî kûçik ku weke dostê girêdayê mirovan tê nirxandin, dikare ferqa di navbera zimanê xwediyê xwe û yên din ji hev cuda bike.

Her çiqasê bi giştî tê dîtin ku mirov bi kûçikan re diaxivin, lê lêkolînek balkêş heye ku nîşan dide ku ev heywan dikarin ji hemî zimanan fam bikin.

Bi gotineke din tê diyarkirin ku kûçik dikarin peyvên wek di Kurdî de “rûnê”, bi Macarî “ülj le”, bi îngilîzî “sît down” an jî bi fransî “assîeds-toî” ji hev cuda bikin.

Lêkolîna Macarî ku di kovara zanistî ya bi navê NeûroImage de hatî weşandin dema ku beşek ji Prensê biçûk a Saint-Exupéry dixwend mejiyê deh cureyên kûçikan analîz kir.

Nivîs 2 caran hat xwendin, ji bo ku encamên wê ji rê dernekevin pêşî bi zimanê xwediyê kûçik, paşê bi zimanekî biyanî û bi dengekî nenas ji ajalan re hat xwendin.

Dema xwendina metnê bi zimanê zikmakî, analîzan nîşan da ku ji bo deşîfrekirin û naskirina hestên kesê dixwîne, nîşan da ku bi rêzê ve li ser asta korteksa bihîstwarî ya duyemîn û precentrala gîrûs de deverekî aktîvîte yê mezintir çêbû.

Ji ber vê yekê lêkolîner gihîştin wê encamê ku kûçik dikare "hin rêkûpêkiyên bihîstinê ji hev derxîne" û bi vî rengî ew dikare nas bike ku fêrî bihîstinê ye.

Di lêkolînê de detayeke din a balkêş derket holê: Her ku heywan pîr dibe, mêjiyê wî bi dengê zimanê ku nas dike çalaktir dibe.

Lêbelê, gelo tercîhek ji bo hin zimanan derdikeve holê? Beytar û rêveberê zanistî yê Parka Zoolojî ya Parîsê Alexîs Lecû berê di gotarek xwe ya rojnameya Le Fîgaro ya Frensî de destnîşan kiribû ku heywan ji zimanên ku dengê wê ji qirikê derdikeve yên wekî Elmanî re hesas in. Lê li gorî lêkolîner, "ew ton û perdeya dengê me ye, ne ziman bixwe ye ku dihêle baştir were famkirin."