Em ê dîsa bikaribin mamûtên beriya 4 hezar salî bibînin?

Ji bo mamûtê ku beriya bi 4 hezar sal qelha wan hatî were afirandin wê xebat bêne kirin. Wê genên mamûtên bihirî û Fîlên Asyayê bi hev werin gihandin û celebekî hîbrît wê were afirandin.

Em ê vî celebê ajalan, mamûtên bihirî ku beriya 4000 salan qeliyane careke dî bikaribin bibînin?

Şîrketa ku ji bo mamûtên bihirî dîsa jiyanê bide wan di daxuyaniyê de got, ''Ji bo ku em mamûta bihirî ku bi projeyeke mezin qelha wan hatiye entegreyî tundraya cemserê bikin em ê teknîkeşe pêşketî bi cih bînin.''

Lê têkilî vê xebatê civaka zanistê ne bi yek fikrê ye .Hin lêkol dibêjin pir zor e ku ev proje bi cih were.

Helkeftkarê vê projeyê armanc dikin ji bermahiyên ku li xakên Sibiryayê hatine hemandin, rêze DNA'yên mamûtên bihirî li genomên fîlên Asyayê bi cih bikin. Bi vî rengî wê celebekî melez were afirandin. Zanyar dibêjin DNA'yên Fîlên Asyayê û yên mamûtên bihirî 99.6 ji 100'î yek in.

Her wiha dibêjin ew dixwzin hîbrîtên ku heta 40 pîleyî bin sifirê xweragir biafirînin.