Di binê okyanûsa pasîfîkê de 39 cureyên nû hatin dîtin

Zanyarên behrê diyar kirin dema wan DNA’yên zindiyên di binê Okyanûsa Pasîfîkê de kom kirine, 39 cureyên potansîyel ên behrê dîtine.

Li gorî îddîaya zanyaran bi bikaranîna wesayîta behrê ya robotîk keşfek hatiye kirin û di binê okyanûsê de 39 cureyên nû dîtine.

Di serê pêşî de 55 mînakên DNA’yê dîtine û ev jî aîdî 48 cureyên cihê bûn. 36 jê biniya 4800 metreyan û 2 jê di 4125 metreyan de û 17 jê jî di 3095 û 3562 metreyan de hatine dîtin.

Yek ji van zindiyan psychropotes longicaud e. 18 lepên wê yên kurt ên xwarinê hene û 5400 metreyan di binê behrê de dijîn.

Di dema xebatê de DNA’ya  Peniagone vitrea jî hate qeydkirin. Cara pêşîn di sala 1882’an de zoologê Swêdî Hjalmar Theel ev zindî kategorîze kiribû.