Di ava lewitî de li şopa Covîd-19'ê digerin

Li gelek dewletan lêkol di ava lewitî de li şopa vîrûsa koronayê digerin.

Ji Parîsê heta bi Mîlanê, ji DYE'yê heta bi Awûstralyayê gelek lêkol ji bo ku geşedana pandemiya vîrûsê bişopînin û pergaleke hişyarkirinê ava bikin li ava lewitî dikolin.

Piştî ku pandemî kanûnê li Çînê derkete holê gelek lêkolînên zanistî hate kirin, di pîsiya nexweşan de vîrûs tespît kirin.

Li Parîsê, Amsterdamê an jî Brîsbanê ji tiwaletan heta bi kêzînan û stesyonên paqijkirinê lêkolîn hate kirin, di ava lewitî de hêmanên genoma Sars-Cov-2 (Covîd-19) hate dîtin.

Midûrê Enstîtûya Bilind a Tendiristiyê ya Italyayê Luca Lucentînî got li  Mîlan û Romayê li ser gelek eşantiyonan encam pozîtîf derketiye lê diyar kir ku ji bo tendiristiyê ti rîska xwe nîne.

Zanyar dibêjin li welatên ku kontrola jidiyayî heye ava ji muslixan tê ti rîska wê nîne.