Dewleta Tirk girikê dîrokî hilweşand, baregehê li ser çêdike

Li Efrînê, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û bi rêk û pêk sûcên şer ên giran lê tên kirin, vê carê li ser girekî dîrokî baregeheke leşkerî tê çêkirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, ku ji wêne û agahiyên ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê hate amadekirin, artêşa dagirker girikê dîrokî yê li gund bi makîneyên kar hilweşandin.

Li gorî nûçeyê, dewleta Tirk li heman cihî dest bi çêkirina baregeheke leşkerî kir.