Covîd-19: Bernameya şopandinê ya dijîtal berbelav dibe

Li gelek welatên Ewropayê bi hinceta pandemiya vîrûsa koronayê bernameya şopandina mobîl tê nîqaşkirin. Rêxistinên mafên mirovan bifikar in.

Bikaranîna daneyên ji telefona mobîl dertên li derdora hemandina daneyên jiyana şexsî dibe mijara nîqaşê. Li gorî daxuyaniyên fermî ev proje bi  çarçoweya dilxwaziyê  armanc dike ku agahiyê bide bê ka mirovê ku enfekte bûyî bi hine din re têkilî daniye yan na.

Hikûmeta Elman ji Sîngapûrê hîkar bû û xwe hazir dike ku bi hinceta pandemiya vîrûsa koronayê bernameya mobîl a şopandinê sazkar bike.

Endamê konseya dijîtal a hikûmeta Elman, lêkol û kardar Chrîs Boos di navenda vê projeyê de cih digire, ku tê xwestin proje were geşkirin. Boos ji rojnameya Le Fîgaro re axivî û got bernameya şopandinê ya pêşî dibe ku dawiya Nîsanê derkeve û her kes vê dixwaze. Boos got,''Lê pêşî divê were ceribanin û ji hêla ewlehiyê ve were tesdîqkirin.''

Boos got, ''Di serî de ji bo ku pêşî li danberhevkirina gêze û lehaneyê were girtin, divê pergala xwe bispêre ser tevdîreke resen (temasa di navbeyna xwediyê telefonên mobîl). Piştre divê jiyana şexsî were hemandin. Ne daneyên cih, ne nimroya qerta SÎM'ê ne jî nasnameya telefonê nayê bikaranîn. Herî dawî ji bo ku li wan welatên ku eynî platformê bi kar tînin bikaribin bi azadî bigerin, divê pergal bi qada navnetewî re lihevhatî be.''

DIVÊ 60 JI 100'Î YÊ NIFÛSÊ BI KAR BÎNE

Her çendî behsa dilxwaziyê were kirin jî li gorî lêkolînekê ya ku Zanîngeha Oxfordê kiriye, heke tevdîreke dî nebe, ku pêşî li berbelavbûna vîrûsê bigire, divê 60 ji 100'î yê nifûsê vê bernameya mobîl bi kar bîne.

Şopandina dijîtal ku li Sîngapûrê ji 20'ê Adarê ve sazkar e û Elmanya jî dide pey Sîngapûrê, nekarî pêla duyan asteng bike. Lê welatên din xwe kar û bar dikin ku vê bernameyê ferz bikin.

Fransa jî xwe hzir dike ku kopiya bernameya Sîngapûrê ya bi navê ''Stop Covîd''ê sazkar bike. Hikûmet dibêje hê hewcehiya wan bi du sê heftiyan heye.

Çîn jixwe bi kamerayên çavdêriyê ku rû seh dike bei rengekî berbelav bi kar tîne û li ser navê şopandina nexweşan rêbazên cihê yên teknolojîk bi kar tîne. Bi eynî rengî Israîl jî daneyên mobîl bi kar tîne û hewl dide nexweşan û pozîsyona weqayan diyar bike. Li Başûrê Koreyê jî heman rêbaz hate bicihanîn û tê gotin bi rêya şopandina dijîtal pêşî li berbelavbûna vîrûsê hate girtin.

Li Ewropayê Italya, Spandya, Norwêç, Belçîka, Fransa jixwe bi operatorên telefonan agahiyan berhev dike. Di demeke nêz de wê Qeraniya Yekbûyî, Portekîz û Yewnanîstan jî bikeve ser vê rêyê.

ANONÎMTÎ NE PÊKAN E

Rayedaran weke ku berê li ser bernameyên niha digotin, niha jî dibêjin dane wê anonîm bimînin. Lê geşedane teknolojîk a berdest, pispor û raporên ku hatine weşandin, amaje pê dikin ku ev ne rast e.  2019'an lêkolên Zanîngeha Imperîal College London û ya belçîkayê Louvaîn Katolîk radighandin bi bikaranîna daneyên cih bi 15 karakterîstikên demografîk pêkan dibe ku nasnameya 99,98 ji 100'î ya mirovan were tespîtkirin. Ev encam jî argûmana ya têkilî hemandina xefmanê ya anonîmtiyê pûç dike. Her wiha rastiya ku dewlet agahiyên ku ji xwe re kiriye mîna hînbûnekê û navendîkirina çavdêrîkirinê radixe ber çavan.

KIRÎZAN DIKINE FERSEND..

Fikara wê tê kirin ku mekanîzmayên nû yên kontrolê ku dewlet krîzan ji xwe re dikin fersend piştî krîzê jî were mayindekirin. Dema ku mirov tenê li 20-30 salên dawî dinere mirov dibîne tevdîrên îstîsnayî ku demên krîzan hatine bicihanîn piştre jî dom kirine.

Serge Halîî ku ji kovara Le Monde Dîplomatîque re nivîsî, got,''Demên bobelatan amûrên wiha yên çavdêrîkirinê mîna referandûmekê ji hêla her kesî ve têne qebûlkirin lê her carê piştî rewşên lezgîn ku jê çêbûne jî dimînin.''