Celebekî nû yê mirovan hate keşfkirin: Homoz Luzonensîs

Lêkolîneran ragihandin, li Fîlîpînan, li girava Luzonê celebekî dî yê mirovan ê bi karaterekî morfolojîk ê resen keşf kirine. Celebê ku bi Homo Luzonensîs hatî binavkirin, beriya bi 50 hezar salî jiyaye.

Bi keşfa nû re malbata mirovokiyan berfirehtir bû. Lêkolîneran bi daxuyaniyekê ya roja çarşemê ragihandin wn celebekî nû yê mirovan keşf kirine ku beriya bi 50 hezar salî dijiya. Ev keşf diçe serdema pêşî ya Kuaternerê ku Pleîstosena jorîn e. Serdema navborî bi vegera qeşayan û berbelavbûna celebê Homo ya li Avrasyayê tê karekterîzekirin.

Bermayên fosîlan li şikefta Calloa hatin dîtin. Diranên li bermayan, hestiyên tiliyên piyan, yên destan û hestiyên ranan hatin analîzkirin. Li gorî vê hestî, yek jê yê zarokan, ê sê takekesan e. Zanyaran gotin ev yê celebekî nû yê mirovan in û navê Homo Luzenensîs lê kirin.

Zanyar bi keşfê dibêjin peresana mirovan ne mîna xetekê rast e, tevlîhevtir e.