Bi teleskopên mezin wê li 'fezayiyan' bigerin

'Gelo li gerdûnê em bi tenê ne?" Zanyarên ku li bersiva vê pirsê digerin wê bi rêya bi dehan teleskopên mezin li fezayê li jiyanê bigerin.

Atronomên li eyaleta New Mexîco ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) amadekariyan dikin ku teleskopên mezin bixebitînin. Bi rêya 28 teleskopên mezin ên radyo, wê hewl bidin ku 'sînyaleke biçûk' an jî 'teknolojiya' li fezayê bê tespîtkirin.

Li gorî nûçeya ku li The Gûardîanê hate weşandin, bi rêya vê projeyê wê Enstîtuya Setî Very Large Array (VLA) ku mezintirîn saziya çavdêriyê ya cîhanê ye, wê hewl bidin liv û tevgera li fezayê tespît bikin.

Di nûçeya rojnameyê de hate ragihandin ku daneyên VLA kom bike, wê ji bo tepsîtkirina jiyanê li fezayê girîng bin.

Ji rêveberên VLA'yê dîrektroê Saziya Çavdêriya Astronomî ya Radyo ya Neteweyî Tony Beasley ji BBC re axivî û bi bîr xist ku pirsa "Gelo em li gerdûnê bi tenê ne yan na?' yek ji pirsên herî girîng ên zanyaran e. Beasley îdîa kir ku teleskopên mezin wê ji bo bersiva vê pirsê roleke mezin bilîzin.