Bazên Metropolan bi molotofan çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Cûma Tak a Bazên Metropolan li Êlihê li hemberî wesayiteke dagirkerên dewleta Tirk çalakiyek kir.

Yekîneya Tolhildanê ya Cûma Tak a Bazên Metropolan ragihand ku şeva 25'ê Îlonê saet di 01:00 de li Êlihê li ser rêya Sêrtê bi molotofan li hemberî wesayiteke dewleta Tirk a dagirker a li dewriyeyê digeriya, çalakî kiriye.

Hate ragihandin ku çalakî ji bo silavkirina berxwedana gerîla hatiye kirin.