Bayik bang li PDK'ê kir ku bes sîxuriyê ji Enqereyê re bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji bo şerekî gengaz rû nede bang li PDK'ê kir ku dest ji sîxuriyat ji bo dewleta Tirk berde.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji Shar Pressê re axivî ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike û anî ziman, ku PDK piştgiriya îstîxbaratê dide dewleta Tirk û qadên ku tespît dike, ji dewleta Tirk re radigihîne.

Bayik got, "PDK ala Başûrê Kurdistanê ji bo nixumandina dagirkeriya dewleta Tirk bi kar tîne. Eger PDK vê hevkariya bi dewleta Tirk re dewam bike, em ne alîgirê wê jî bin wê şer biqewime."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku divê gelê Kurd têkiliyên navbera malbata Barzanî û dewleta Tirk baş nas bike û got, "Têkiliya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re li ser esasî kirêgirtinê ye. PDK bi her awayî piştgiriyê dide artêşa dewleta Tirk. PDK ji bo dewleta Tirk cih tespît dike, qadên ku tespît kiriye ji dewleta Tirk re radigihîne û piştgiriya lojîstîkî dide wan. Li ser qadên gerîla îstîxbaratê dide."

Bayik hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a bi malbata Barzanî re bi bîr xist ku beriya demeke nêz hatibû kirin û diyar kir ku piştî vê hevdîtinê piştgiriya Barzaniyan a ji bo dewleta Tirk zêde bû.

Bayik got, "Tiştekî ecêb e. Bexda daxwazeke bi tenê ya dewleta Tirk qebûl nake, lê Barzaniyan daxwazên dewleta Tirk hemû bi cih anîn."

Bayik bi dewamî got, "PDK ji bo leşkerên dagirker ên dewleta Tirk biparêze û veşêre ala Başûrê Kurdistanê bi kar tîne. Bûyerên li Biradost û Sîdekanê diqewimin, dewama êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Xuya ye bûyerên li Biradostê diqewimin encamek ji hevdîtina Hakan Fîdan û Barzaniyan e."

Bayik êrîşa dewleta Tirk a bi balafireke bêmirov a li ser Balafirgeha Erbetê jî nirxand ku 18'ê Îlonê li Silêmaniyeyê hate kirin û got, "Armanca dewleta Tirk ji êrîşa li ser Balafirgeha Erbetê tirsandina xelkê Silêmaniye û Soran e. Çawa ku bi piştgiriya PDK'ê herêma Behdînanê bûye navenda MÎT'ê û dewleta Tirk, bi tirsandina xelkê Silêmaniye û Soran jî dixwazin vê qadê bixin bin kontrola MÎT'ê. Li aliyê din, bi tirsandinê dixwazin YNK'ê jî mîna PDK'ê bikin şirîkê dewleta Tirk."

Bayik got, "Xelkê Silêmaniye û Soran dest ji xeta welatparêziyê bernedane. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk bi israr êrîşî Silêmaniye û Soran dike. Em heta dawiyê pê bawer û piştrast in ku xelkê Silêmaniye û Soran wê li ser welatparêziyê bi biryar bin."