Astronom ji şandina peykan nerazî ne

Şîrketa Elon Mûsk doh 60 peykên nû şand dorhêla cîhanê. Astronoman nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku di nava 10 salan de ev hejmar dikare bigihêje 50 hezarî û ji niha ve bûye cihê fikaran.

Peykên ji cûreyên Starlînk ên SpaceX'ê li fezayê dibin sedema pirsgirêkên giran. Astronom hişyariyê didin ku niha nêzî 2400 peyk li dorhêla cîhanê hene û ji ber vê yekê jî ew nikarin bixebitin.

Şîrketa Elon Mûsk doh jî 60 peykên nû şand dorhêla cîhanê. SpaceX'ê ji bihara 2019'an ve zêdeyî hezar peyk şandiye dorhêla cîhanê.

Armanca şîrketa Elon Mûsk ew e ku bi rêya van peykên li her devera cîhanê înternetê bi dest bixe. Şîrketa ku destûr ji rayedarên DYE'yî wergirtiye, dixwaze 12 hezar peykên din bişîne. Het aniha 2500 peykên çalak li dorhêla cîhanê hene. Ev hejmar wê dema bê zû zêde bibe.

Astronom jî destnîşan diki ku asta biriqînê ya peykan mehên dawî gihîştiye asta alarmê.

Astrofîzîkvanê ji Mala Çavdêriyê ya Parîsê Nîcolas Bîver got, "Ev yek ji bo meşandina karê zanistî û kişandina wêneyan rewşeke zehmet e. Ji ber ku li her derê wê ronahiya peykan bên dîtin. Ji xwe ronahiya li ser rûyê erdê zerarê didin."

Astronoman ji bo dengê xwe bidin bihîstin heta niha gelek kampanyayên îmzeyan dane dest pê kirin û bi hezaran îmze kom kirine.