Antarktîka zû dihele!

Zanyaran ragihandin, qeşaya Antartîkayê ku weke Parzemîna Spî tê zanîn, zû dihele. Li gorî van daneyan qeşaya Antartîkayê 6 car li gorî 40 sal beriya niha zû dihele. Ev dane mirov dixin fikaran.

Li gorî raporeke ku ji hêla Akamdemiya Zanistan a Emerîkayê ve li ser helîna qeşaya Antartîkayê hate amadekirin, qeşaya Antartîkayê zû dihele û ava okyanûsan di navbeyna salên 1979 û 2017’an, bi rêjeya 1.4'î bilind bibe. 

Zanyarê Zanîngeha Kaliforniyayê Eric Rignot diyar kir, helîna bi vê lezê, wê rê li ber bilindbûna avê veke û ev jî bibe sedema bobelatên xwezayê. 

Rignot got, "Qeşaya Antartîkayê ku dihele wê sedsalên li pêşiya me rêjeya okyanûsan bi mîtroyan bilind bike."

Li gorî lêkolînên dawî rêjeya okyanûsê heta sala 2100'î wê 1,8 mîtroyî bilind bibe. Wê ev jî rê li ber veke ku deverên li ber peravan ku bi mîlyonan mirov lê niştecih in, di bin avê de bimînin.