Ajansa Fezayê ya Ewropayê wê amûra fezayê bişîne rêgeha Venûsê

Ajansa Fezayê ya Ewropayê aşkere kir ku ew ê serê salên 2030'î amûra fezayê bişînin rêgeha Venûsê.


Piştî ku NASA'yê aşker kir ew ê du misyonên nû bişînin gerestêrka Venûsê bi heftiyekê Ajansa Fezayê ya Ewropyê Pêşremê ragihand ku serê salÊn 2030'î ew ê amûra fezayê bişînin rêgeha Venûsê. NASA wê radara EnVîsîonê bişîne.

Mîsyonên daVîncî Plûs û Verîtasê ku NASA wê bişÎne gerestêrka herî germ a pergala rojê ji 30 salî zêdetir e ji bo DYE'yê dibe gaveke pêşî. Mîsyon ji 2028'an heta 2030'î wê bidomin.

Expressenê Venûsê yên Ewropiyan ji 2014'an û wir ve li dora gerestêrka sor bitevger in, li Japonyayê ji sala 2015'an û wir ve ji bo li avûhewayê bikole li dora Venûsê amûreke rêgehê heye.

Dîrektorê Ajansa Fezayê ya Ewropayê Gunther Hasînger ji bo amûra ku wê bifirînin rêgeha Venûsê got, ''Di keşfkirina cîranê pergala me ya rojê ya herî nêz lê şêt, serdeme nû li pêşiya me ye.''